Di doza Kurkut de dîsa biryara girtina polîs nehat dayîn

  • rojane
  • 13:58 20 Îlon 2018
  • |
img
AMED -  3'yemîn Danişîna doza cînayeta xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ku di Newroza 2017'an de polîs gule berdayê û kuşt hat dîtin, lê bersûc Y.Ş. ê polîs û parêzerê wî beşdarî nabûn. Malbat û parêzerên Kurkut xwestin polîsê bersûc bê girtin. Şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. 
 
3’yemîn danişîna doza cînayeta xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut ê 22 salî, ku ji bo Newroza  21’ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê û ji aliyê polîsan ve hat kuştin, li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hat dîtin. Di rojên derbas bûyî de delîlek nû li dosyaya kuştina Kurkut zêde bûbû. Di dîmenên ji maşîneya zirxî hatin kişandin de derket holê ku dikarîbûn Kurkut bi saxî binçav bikin. Di axaftina 2 polîsan de, polîsek ji yê din re dibêje “Ne hewce ye em guleyê berdin zilam kî." Vê yekê jî hişt ku hemû nêrîn veguherin ser danişîna îro bê dîtin. 
 
Di danişîna îro hat dîtin de bersûc Y.Ş. ê polîs û parêzerê wî beşdar nebûn. Dayika Kurkut Secan Kurkut, birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê, dayîka Medenî Yildirim ê di sala 2013’an de li Lîcê di çalakiyek şermezarkirinê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin Fahriye Yildirim, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Selçuk Mizrakli, Semra Guzel, Dersîm Dag û hevserokê HDP’ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamci beşdarî danişînê bûn. 
 
Ji ber gurhertina şandeya dadgehê, nîşeyên danişîna berê hat xwendin.  Şandeyê diyar kir ku hîna jî rapora Saziya Tipa Edlî ya (ATK) Stenbolê ya tespîtkirina gule ji aliyê kêve hatiye reşandin neyatiye û li ser vê yekê parêzeran dest bi parastinê kirin. 
 
YALÇINDAG: POLÎTÎKAYÊN NE CEZAKIRINÊ DIDOMIN
 
Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, parastin kir û wiha axivî: “Di hemû dosyanên wiha yên dişibin hev de, em armanc dikin ku hemû delîl bi awayekê zelal derbikevin holê û em xwe bigihînin rastiyê. Ji ku êdî mirov li ser vê axê neyên kuştin, divê darizandinek adîlane bê kirin. Hemû daxwazên me yên girtina bersûc hatin redkirin. Di kuştina Kurkut de îşaret bi 3 kesan tê kirin. Lê ji van sê kesan 2 jê qet nehatin guhdar kirin. Piştî demekê dayîna van polîsan tê kirin. Şahîdên dibe  ku her kêlî bibin bersûc jî me nekarî em wan guhdar bikin. Bi polîtîkayên ne cezakirinê, hewl tê dayîn hin kesên din bên kuştin. Heya ku polîtîkayên ne cezarkirinê li dijî hêzên ewlekariyê berdewam bikin, dê hîna gelek zarokên me yên din bên kuştin. Em dixwazin biryara bi zorê anîna dadgehê derbarê şahidan de bê dayîn.” 
 
AKTAR: GELO EM Ê ÇAWAN XWE DI EWLEKARIYÊ DE HÎS BIKIN 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî, di parastina kir  de wiha axivî: “Ji bo ku polîsê bersûc bê girtin, emê di hemû danişînan de daxwazên xwe bînin ziman. Ji ber ku polîtîkayên ne cezakirinê didomin, em daxwazên xwe tim dubare dikin. Polîtîkayên ne cezakirinê tenê li ser vê axê tê pêkanîn. Hemû tişt li ber kamerayan dibe û kesek tê kuştin. Ger polîtîkayên ne cezakrinê berdewam bikin, gelo em xwe çawan di ewlekariyê de hîs bikin. Em li ser navê civak û edaletê, girtinê daxwaz dikin.”
 
BIRYARA GIRTINÊ NEDAN 
 
Piştî axaftina parêzeran dozger xwest kêmasiyên heyîn bên darbaskirin. Şandeya Dadgehê biryara  xwe  ya navberê ragihand, daxwaza girtina bersûc Y.Ş. ê polîs red kir û doz taloqî Kanûnê kir.  
 
LI BER EDLIYÊ BERTEK NÎŞAN DAN
 
Piştî danişînê parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, li ser avahiya edliyê daxuyaniî da.  
 
Mizrakli, diyar kir ku cendirmeyên ewlekariyê yên bûne berpirsên kuştina ciwanên wan, dest û milên xwe liba dikin û karê xwe birêve dibin. Mizrakli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bûyerên mîna qetilkirinên Tahîr Elçî û Kemal Kurkut ên li ber kamerayan îro cardin bi her awayî ser tê girtin û hewl tê dayîn bên betalkirin. Dadgeh dixwaze bi ser bûyerê bigire û besûcan ceza neke.”
 
 
Mizrak, biryara ne girtina polîsê bersûc rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo edalet û hiqûq were cih, em ê şopdarê dozên wiha bin.” 
 

Sernavên din

21/09/2018
10:54 ‘Kamera girtin û girtî derp kirin’
10:49 Danişîna doza Hevşaredarê DBP'î yê Wanê Kaya dest pê kir
10:31 Ji ber xizaniyê xwest întîhar bike
10:26 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê DBP'î yê Norşînê birîn
10:25 Keşîşxaneya Çiyayê Dêrê bi hilweşandinê re rû bi rû ye
10:10 ‘Bêjin krîz tune jî em birçî dijîn'
09:18 Şaredariya AKP'î: We dengê xwe daye HDP'ê, bila HDP rêya we çêke
09:17 Zebta Keşfê: Firên û dîroksiyonê panzêrê saxlem in
09:16 Tevdîran li sînorê Hatayê zêde dikin, sewqiyata leşkerî didome
09:16 Girtiyê nexweş Vefa Kartal 78 roj in di rojiya mirinê de ye
09:15 Karkerên Flormarê: Ev berxwedan berxwedana çîna karkeran e
09:14 'Rejîma yekzilamî daxwazeke biçûk jî tehemul nake'
09:14 ‘Li Girtîgeha Tarsûsê ava tuwaletê tev li xwarina girtiyan dikin'
09:13 'Divê em van qewimînan bi hunerê û stranan bidin der'
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2018'AN
08:35 18 kes li Îdirê bi şika Şarbonê rakirin nexweşxaneyê
08:10 Rojnamegerê Avusturyali Max Zirngast li Tirkiye hat girtin
20/09/2018
22:46 Piştî Enîs Berberoglu hat berdan dê ji bo Leyla Guven serlêdan bikin
21:14 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
20:45 Ji ber betaliyê bi benzînê xwe şewitand
20:27 Heyeta HDP’ê ji bo Cenazeyê Ayhan çûn Hewlerê
20:13 Malbatên Roboskiyê biryara DMME’ê şermezar kirin
19:11 Şopdarên Apê Musa: Generalên Apê Musa berxwedana Îmraliyê dinivîsin
18:04 Dadgeha Bilind ji bo Berberoglu biryara berdanê da
17:36 Sîncar: Kesê hat gotin 'ji ber tiryakê hatiye girtin’ di xetabên partiya me de cih nagire
16:20 Oluç: Li şûna hûn pariyê mirovan kêm bikin, lêçûna şer kêm bikin
15:51 KCD’ê ji bo Îbrahîm Ayhan peyama sersaxiyê da
15:50 Temellî û Buldan: Emê têkoşîna Ayhan bilind bikin
15:48 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:08 Heyet ji bo cenazeyê Ayhan ê HDP'î bigirin ketin rê
14:40 Şandeya HDP û DBP’ê çû serdana rojnameger Metîn Duran
14:27 'Rêya Apê Musa rêya me ye'
14:24 Karkerên dixwazin dest ji kar berdin tên tehdîtkirin
14:05 Dadgehê xwest doza 8 wekilên HDPê neqil bikin
13:58 Di doza Kurkut de dîsa biryara girtina polîs nehat dayîn
12:54 Şewata li Çiyayê Zelê derket belav dibe
12:47 24 karkerên hatin girtin şandin Girtîgeha Sîlîvrî
12:31 Doza Pasurê: Tevî biryara DMME, Meclîs, hestî û şahidan telîl kêm in!
11:45 Parlamenterê HDP'î Ayhan bi krîza dil jiyana xwe ji dest da
11:14 Rojnameger Metîn Dûran vegeriya malê: Bila girtiyên nexweş bên berda
10:38 Belgefîlmên Bîr û Nûjîn xelatên herî baş girtin
10:04 Têkildarî windakirina Sedanûr a 9 salî kesek hat girtin
10:02 Prof. Jongerden: Rusya zû dereng dê li Îdlibê operasyonê pêk bîne
09:04 Sendîkayên karkerên înşeatê: Têkoşîn berdewam e
09:04 Farisogûllari: Bi şikandina tecrîdê dê civak azad bibe
09:03 Nûnerên partiyên siyasî: Polîtîkayên aboriyê yên AKP'ê rûxiyan
09:03 'Ji bo fuhûş û tiryakê serbest e, lê ji bo dayikan qedexe ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2018'AN
19/09/2018
21:27 Li Çiyayê Zelê agir bi daristanê ket!
18:54 ‘Di doza Panzerê de li cihê bûyerê keşif hat kirin'
18:46 5 meh şûnde derketin keşifa şopa panzêrê
17:47 Birîna ava bajaroka Findikê ji Wezîr Pekdemîr hat pirsîn
17:45 10 akademisyen derketin pêşberî dadgehê
17:16 Li 3 reveberên Hayatın Sesî Tv 11 sal û 5 meh ceza birîn
17:02 Walîtiya Colemêrgê şarbonê piştrast kir
16:43 Polîsên Şahid: Nayê bîra me, em nas nakin
Gulsum Elvan: Ew nanê ku kurê min nekirî dê di qirika we de bimîne
16:17 Temellî: Dema HDP namzetan diyar bike dê ji kedkar, jin û gelan bipirse
15:26 ‘Kedkarên xizmeta tenduristiyê dan, tên darizandin'
15:13 Karkerê di bin çavdêriyê de birin kar: Dema em dixebitin, li pişt me dewriye digerin
14:57 ‘Kesên daxwazên wan hebin lêdanê dixwin û tên girtin'
14:13 Doza Pasûrê betal kirin û bersûc beraet kirin
13:59 Serokê Baroyê: Biryara Feray Şahîn, wijdana civakê rehet nekir
13:29 Xwe wekî MÎT û JÎTEM'ê dan naskirin û şelihandin
12:57 Kobanî ji bo Efrînê meşiyan
12:52 Delîlek nû li dosya Kemal Kurkut zêde bû: Ne hewce ye em guleyê berdin zilam kî
12:26 Xebatkarê Radyo Karacadag Erbekler: Em ê bêdeng nebin
12:10 Erdogan û Putîn li gorî daxwaza Rûsyayê di Idlibê de li hev kirin
11:36 Ji kurê xwe yê bi mehane di hucreyê de agahî nagire!
11:20 Polîsên bûn sedema kuştina Berkîn Elvan derket pêşberî dadger
10:32 Demîr: Ji bo rojên xweş, divê tecrîdkirin bi dawî bibe
10:12 Sedanur a 9 salî hêj winda ye
10:02 'Heya vîna gelên Sûriyeyê di zîrve û civînan de neyê dîtin çareserî nabe'
09:52 Êzidiyên ji kampê hatin derxistin rojên zor û zehmet dijîn
09:44 'Mutabakata Idlibê delîla îtîfaqa Tirkiye û çeteyan e'
09:16 9 kesên ji Efrînê anîn Tirkiye şandin girtîgehê
09:15 Êdî kes nikare simîtan jî bikire
09:15 Sedem ne pevçûn bûye
09:14 Ji ber tevdîr baş nayên girtin, dibe sedema rewşên talûke
09:13 Ji Meletiyê bang kir: Divê em cenazeyên xwe yên li erdê rakin
09:12 Şitlên ku çend sal berê çandin, niha tiriyê herî baş digirin
09:12 26 salin tevî 8 nexweşiyên giran nayê berdan
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2018'AN
08:22 24 karker hatin girtin
18/09/2018
20:57 Li Cûdiyê agir bi daristanê ket
16:59 Dadger biryara dewama girtina 12 xebatkarên Çapxaneya Gun da
16:48 Parlamenterên HDP'ê pirsgireka OSB'ê û întîharên jinan birin rojeva meclîsê
16:37 HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê bir Meclîsê
16:21 Dozger girtina 28 karkerên înşaetê xwest
16:08 Biryara rawestandina darizandina doza Ahmet Şik dan
16:08 Dozger xwest xebatkarên Çapxaneya Gun girtî bêne darizandin
16:02 Dadgehê akademisyenek tahliye kir 2 ceza kirin
15:53 Federasyona Roman çû serdena HDP’ê
15:41 Ji polîsêku Şahîn Oner kuşt heta 25 salan ceza xwest
15:38 Parêzeran bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe dan: em ê vê şermê tim bînin bira we
15:09 Akademîsyenên aştiyê ceza kirin
Rojnameger ji salonê derxistin
14:31 Xelatên Rojnamegeriya Musa Anter xwediyê xwe dîtin
13:43 Desteya Dadperweriyê li Hewlêrê çalakî li dar xist
13:37 'Çavên kurê min derxistibûn û milê wî jê kiribûn'
12:57 Danişîna cînayeta Kemal Kurkut di 20'ê Îlonê de ye
12:32 Danişîna Çapxaneya Gun dest pê kir