STENBOL - Danişîna doza Berkîn Elvan ê bi fîşeka gazê ya polîsan hat kuştin, li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Polîsê ku fîşeka gazê avêt Elvan û bû bû sedema kuştinê jî derket pêşberî dadger.
Di serhildanên gel a Parka Gezî yên Hezîrana 2013'an de polîsan di mudaxaleyê de fîşeka gazê avêtibû Berkin Elvan û bi giranî birindar kiribûn. Elvan di 16'ê Tîrmeha 2013'an de bi guleya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza Elvan li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Di danişîna dozê de Parlamenterên CHP'ê Ali Şeker û Sezgin Tanrikulu, Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Garo Paylan, Erkan Baş Huda Kaya û Oya Ersoy Hevserokê Halkevlerî Nuri Gunay û gelek kesên din amade bûn. Şahidê bûyerê polîs ê çeka fîşeka gazê (ZET) bikar dianî Mehmet Çevik, îfadya ku dabû dozgeriyê dubare kir. Çevîk diyar kir ku roja bûyerê ne li wir bû. Dîsa polîsê ku ji heman çeka fîşeka gazê berpirsiyar Mustafa Erbek îfade da. Erbek parast ku wê rojê fîşeka gazê neavêtiye û polîs Fatih Dalgali jî nas nake.
Polîs Omer Koç jî anî ziman ku ew roj nayê bîra wî û nayê bîra wî ku çeka ZET bikar anîye. Koç parast ku di roja bûyera Berkîn Elvan de ZET bikar neanî û polîsê bersûc Fatih Dalgali nas nake.
Danişîna dozê berdewam dike.