AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, bal kişand ser mutabakata ku Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê bûn yek û wiha got: "Ev mutabakat nîşan dide ku Tirkiye bi çeteyan re îttifak ava kiriye. Rûsya dê bi vê mutabakatê bêtir Tirkiye têxe nava celbê."
Li Sûriye 8 salin şer didome. Niha yek ji bajarê Sûriye ku bûye mijara şer Idlib e. Bi deh hezaran komên çekdar li wir bi cih bûne û naxwazin ji wir derkevin. Komên çekdar El Nusra Cephesi (Heyet Tahrir El-Şam-HTŞ) ku berdewama rêxistina El Kaide ye û gelek komên din li wir bi cih bûne. Dîsa komên girêdayî OSO ku Tirkiye aşkere piştgiriyê didin li Idlibê bi cih bûne. Ji bo ku Rûsya û Sûriye li dijî Komên çekdar ên li Idlibê operasyonê pêk nîne, herî zêde Tirkiye dîplomasiyê dimeşîne. Tirkiye ji bo ku li dijî komên çekdar ên li Idlibê operasyon pêk neyê bi Îran, Iraq, Rûsya û gelek welatên din re hevdîtin kir û hewldanên wê yên dîplomasiyê didomin. Herî dawî di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Soçî de Erdogan diyar kir ku wan ji bo 15-20 kîlometre herêma ku çek lê neyên teqandin li hev kirine.
Der barê geşedanên di navbera Tirkiye, Rûsya ya li ser rewşa Idlibê de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydenîz nirxandin kir. Aydeniz, diyar kir ku dewletên Hegemonik ji bo berjewendiyên xwe dixwazin Rojhilata navîn ji nûve xêz bikin û wiha got: "Tirkiye li ser navê komên çekdar ên li Idlibê beşdarî civînên Soçî û Tahranê bû. Êdî vê yekê aşkere dikin. Bi zimanê fermî tînin ziman. Tirkiye di polîtikayên rojhilata navîn de ji destêkê de winda kiriye. Sedema ku Tirkiye ew qas tev li polîtikayên derve dibe nexwestina destkeftiyên kurdan in. Naxwazin kurd bi ser bikevin û mafê xwe bi dist bxin. Hikûmeta Tirkiye hemû polîtîkayan li ser dijmantiya kurdan pêş dixe. Niha Tirkiye çeteyên li Idlibê diparêze. Dixwaze wan derbasî Efrînê bike û li Efrînê bi cih bike. Ev bêtir Tirkixe dixe nava krîza aborî. Rûsya û DYA li gorî xwe planan çê dikin û ya winda dike Tirkiye ye. Tirkiye di milê civakî, aborî û siyasî de winda dike. Erdogan wisa difikire ku li ser sînorê Idlib û Tirkiye 15 km herêma ewle ava bike. Erdogan baweriya xwe bi çi tîne û vê taahhutê dide Rûsya. Ev delîla ku di navbera Tirkiye û komên çete de îtîfaq heye ye. Rusya hewl dide dem bi dest bixe. Rûsya teqez dê li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne. Ji ber ku Rûsya di ser Idlibê re xwe digîne Deryaya Spî."
ÎSRAÎL BÊYÎ DYA TEVNAGERE
Aydeniz, herî dawî anî ziman ku piştî hevdîtina Erdogan û Putîn, Îsraîlê li dijî Sûriye êriş pêk anî û wiha bi dawî kir: "Êrîşa Îsraîlê ya li dijî Sûriye bi agahiya DYA pêk hatiye. Îsraîl bêyî DYA êrîş nake. Li vir her kes li gorî berjewendtiyêm xwe tev digere."
MA / Mehmet Şah Oruç