SEMSÛR - Demek berê Hevşaredarê Komirê Huseyîn Yûka hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Ji bo girtina Yûka wekî hincet 4 leşkerên li herêmê di pevçûnê de hatibûn kuştin hat nîşandan. Lê belê der barê vê pevçûnê de pirsek jî ji Yûka û kesên pê re hatin girtin nehat pirsîn. Sedema girtina wan medyaya civakî, pirtûk û name ne.
Li Semsûrê, di 16'ê Tebaxê de pevçûn çêbû û di vê pevçûnê de 4 leşker miribûn. Piştî pevçûnê leşkeran avêtibû ser malan û di avêtina ser malan de 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 8 jê hatibûn girtin 12 jê jî bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan.
Piştî operasyonê, biryara nepeniyê danîn ser dosyeyê û Hevşaredarê Navçeya Komirê yê DBP'î Huseyîn Yûka, Şehriban Tunç, Hasan Tunç, Mehmet Yaşar Arslan, Hasan Leblebici, Ali Alper, İsmet Yoldaş û Mahmut Ozdemir hatin girtin. Li gorî girtekên lêpirsînê, der barê pevçûna ku 4 leşker têde mirin prisek jî ji kesên hatin binçavkirin û girtin nehatiye pirsîn. Parvekirinên li ser medyaya civakî, yên 5-8 sal berê û name û pirtûkên li malê wekî hincet hatine nîşandan.