SÊRT – Li Sêrtê Rasl Hacar, bi milyon û 156 hezar lîreyî veguherandin qada seyrangehê. Lê belê di nav projeyê de çandina daran jî hebû, lê dar nehatin çandin. Ev cihwarê dîrokî radestî kargeheke taybet hatiye kirin û ji ber tevdîr baş nayên girtin, rê li ber talûkeyên mezin vedike.
Li Sêrtê Rasl Hacar, bi xwezaya xwe yek ji warên dîrokî ye û bala xwezahezan dikişîne. Ev cihwarê dîrokî bi qasî 4 kîlometreyan dûrî navenda sêrtê ye û li ser rêya Dihê ye. Lê belê çend sal berê ev cihwarê dîrokî bi projeyekê veguherandin qadeke seyrangehê.
Ev proje ji aliyê Walîtiya Sêrtê û Îdareya Taybet a Bajêr ve hat amadekirin. Piştî Ajansa Pêşvebirinê ya Dîcleyê (DÎKA) proje qebûl kir, dest bi xebatan hat kirin. Ji bo projeyê milyon û 156 hezar lîre hat xerckirin. Proje di serê sala 2017'an de temam bû. Lê belê di nav vê projeyê de çandina daran jî hebû, lê dar nehatin çandin.
Ji bo mirov têkeve vê qadê divê pereyan bide. Lê belê li vê qadê li qeraxên hevrazê ji bilî çend batirsok û lewheyên hişyariyê tu tişt tune ne. Hin kesên dixwazin wêneyan bikişînin guh nadin vê yekê û batirsokan derbas dikin û heta qeraxa hevrazê diçin û ev yek rê li ber talûkeyê vedike.