* Girtiyê Tîpa T a Bandirmaya Balikesîrê Faîk Taç, bi riya nameyekê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şevket Bîlîcî û anî ziman ku Bîlicî yê ji 1992'an ve 26 salin girtî ye 8 nexweşî pêre çêbûne. Taç, da zanîn ku li gel Bîlîcî gelek caran ji bo li derve bê dermankirin serlêdan kiriye jî dîsa bi hinceta "Dikare li hundir bimîne" daxwaza wî hatiye redkirin.
* Huseyîn Akdogan, şitlên mêweyan ku 30 sal berê ji herêmên cuda berhev kiribûn, çandin. Ev şitlên ku hatin çandin niha tiriyekî wisa didin ku tevahiya bajêr hay jê heye. Ji ber ku çêja tiriyê van mêweyan xweş e gelek kes jê re dibêjin "Ev tirî tiriyê Hisênê Mela ye."
* Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, bal kişand ser mutabakata ku Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê bûn yek û wiha got: "Ev mutabakat nîşan dide ku Tirkiye bi çeteyan re îttifak ava kiriye. Rûsya dê bi vê mutabakatê bêtir Tirkiye têxe nava celbê."
* Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku desthilatdarî bi tecrîta li ser Ocalan gelê Kurd ceza dike û got: “Ji bo derbaskirina pirsgirêkan, divê polîtîkayên şer bi dawî bibin û sozên rojên azad bên dayîn.”
* Mevlut Denîz ku piştî 5 meh şûnde cenazeyê birayê xwe wergirt got: "Li erdê cenazeyên me hene. Divê em van cenazeyan ji erdê rakin." Îmam Huseyîn Şîmşek jî ku 2 meh û nîv e hewl dide cenazeyê kurê xwe wergire, diyar kir ku hîn wan cenaze wernegirtiye lê belê leşker tên gund, gefan li wan dixwin.
* Li Sêrtê Rasl Hacar, bi milyon û 156 hezar lîreyî veguherandin qada seyrangehê. Lê belê di nav projeyê de çandina daran jî hebû, lê dar nehatin çandin. Ev cihwarê dîrokî radestî kargeheke taybet hatiye kirin û ji ber tevdîr baş nayên girtin, rê li ber talûkeyên mezin vedike.
* Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, bal kişand ser mutabakata ku Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê bûn yek û wiha got: "Ev mutabakat nîşan dide ku Tirkiye bi çeteyan re îttifak ava kiriye. Rûsya dê bi vê mutabakatê bêtir Tirkiye têxe nava celbê."
* Demek berê Hevşaredarê Komirê Huseyîn Yûka hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Ji bo girtina Yûka wekî hincet 4 leşkerên li herêmê di pevçûnê de hatibûn kuştin hat nîşandan. Lê belê der barê vê pevçûnê de pirsek jî ji Yûka û kesên pê re hatin girtin nehat pirsîn. Sedema girtina wan medyaya civakî, pirtûk û name ne.
* Bi zêdebûna Dolar, simît jî fiyetên simîtan jî biha bû. Simîtfiroşin ku ji ber vê yekê ji mecbûrî fiyetên simîtan ji sedî 50 zêde kirin gotin: "Tiştên divê em hilberînin, em diçin ji derve dikirin. Ji ber vê ye her tişt tê zemkirin."
* Nûnerên sendîka û odeyên DÎSK, KESK, ATO û TMMOB'ê dê têkildarî rewşa karkerên Balafirgeha 3'emin a Stenbolê û karkerên Cargill ên Bursa ku ji kar hatin avetin li şaxa 2'emîn a Tum Bel- Senê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Danişina biryarê ya doza Pasûrê ku 11 gundî 25 sal berê hatibûn kuştin dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Berkîn Elvan ê di serhildanên Gezî de di 16'ê Tîrmeha 2013'an de bi guleya polîsan birîndar bû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 7 Akademîsyenên Aştiyê ku gotibûn "Em nabin şirîkê vî sûcî" doz li wan hat vekirin dê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. (10.00)
* TTB, dê têkildarî doza xizmetkarên tenduristiyê yên bi hawara kesên di qedexeya kolanan a 2016'an a Cizîrê de di jêrzemînê de asê man û di 28'ê Îlonê de bê dîtin, li salona TTB'ê civinê pêk bine. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê Navenda Giştî ya Genel Îşê ziyaret bike. (14.00)
* Danişina doza xebatktarên Hayatın Sesî tv dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê ditin. (14.30)