RIHA/WAN - Parlamenterên HDP'ê pirsgirêka ceyranê ya Herêma Sanayiyê ya Organîze ya Rihayê û întîharên jinan ên dawî birin rojeva meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu pirsgirêka esnafên Hêma Sanayîyê ya Organîze ya Rihayê bir meclîsê. Karsaz û pîşesazên Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, ji ber kriza aborî nikarin deyne xwe bidin. Dîcle EPSAŞ ku ceyranê dide Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, bi sedema 23 milyon tl deynê ceyranê nedaye, esnaf hişyar kir ku duşemê ceyranê qut bike. Şîrketa Dicle EPSAŞ'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku rêveberiya Herema Saniya Organîze (OSB) 23 milyon lira deynê ceyranê nedaye û ji bo deynê xwe bide bi dehan caran hişyar kiriye û ji ber nikare deynê xwe bide dê ceyranê ji ser wan qut bike. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, xwest ev îdiayên der barê OSB'e de bên lekolînkirin. Surucu, ji rayedaran xwest ku pirsgirêk bê lêkolînkirin û pirsgirêk bên çareserkirin.
ZÊDEBÛNA ÎNTÎHARÊN JINAN BIRIN MECLÎSÊ
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, jî bal kişand ser neçarkirina întîharên jinan ên dawî û xwest Wezareta Xizmetên Civaki û Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçuk lêkolin bike. Ertan, der barê lekolîna vê yekê de xwest Wezîr agahî bide û cemaweriyê agahdar bike.