STENBOL - Yekemîn danişina doza 21 xebatkarên Çapxaneya Gun pêk hat. Dozger xwest hemû xebatkarên çapxaneyê girtî bên darizandin. Heyetê jibo biryarê navber da.
Yekemîn danişîna doza Çapxaneya Gun ku Dadgeha Cezayê Sûlhê ya 7’emîn a Stenbolê di 28’ê Adarê de qeyûm tayînê wê kir, hat ditin. Bi tayînkirina qeyyûm re operasyon li dijî xebatkarên Çapxaneya Gun hat lidarxistin û xwediyê wê Kasim Zengîn jî di navde 21 xebatkarên çapxaneyê hatin girtin. Yekemîn danişîn li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Dozger xwest hemû girtî bên darizandin. Heyetê ji bo biryarê navber da danişînê.