STENBOL - Heyeta dadgehê di danişîna doza Akademîsyenên Aştiyê Prof. Dr. N.N. û Doç. Dr. Çîgdem Kafesçioglu de ji bo her yekê/î Salek û 3 meh ceza birî. Heyetê der barê Hanîfî Bariş ku ji 4'ê Tîrmehê de girtî ye jî biryara tahliyê da.
Akademîsyenên Aştiyê ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û doz li wan hat vekirin derketin pêş dadgehê. 17 akademîsyenên aştiyê li 5 dadgehên cuda derketin pêşberi dadger. Danişîna daza Akademîsyen Hanifî Bariş ku ji 4'ê tîrmeha 2018’an heta niha girtî ye, Prof. Dr. N.N. û Doç. Dr. Çîgdem Kafesçioglu hat dîtin. Li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê piştî doza Alk. Doç. Bulent Kuçuk û Dr. Gaye Yilmaz hat dîtin, danişîna Prof. Dr. N.N. Doç. Dr. Çiğdem Kafesçioglu hatin ditin. Her çend Akademîsyenan diyar kirin ku wan aştî xwestiye û mafê xwe yê azadiya ramanê parastine jî dîsa dadgehê ji bo her kesekî/ê 1 Sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê piştî ceza birî, cezayê wan taloq kir.
Danişina doza Hanîfî Bariş ku ji 4'ê Tîrmehê de girtî tê darizandin jî li 29'emin Dadgeha Cezayên Giran hat dîtin. Heyetê piştî parastinê û îfadeyan der barê Bariş de biryara tahliyê da. Heyetê doz taloqî 13'ê kanûnê kir.