AMED - Danişîna doza polîs Selahattin Korkmaz ê di sibata 2013'an de Şahin Onerê 19 sali bi maşîna zirxî eciqand û kuşt hat dîtin. Dozger mutalaaaya polîs Selahattin Korkmaz xwend û xwest heta 25 sahan bê cezakirin.
3'emîn danişîna doza polîs Selahattîn Korkmaz ê di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlikê ya Yenîşehîra Amedê bi maşîneya zirxî Şahîn Oner ê 19 salî kuşt, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Korkmaz ê bi sucdariya "Bi zanebûn kuşt" bi daxwaza cezayê girtiyê yê heta heta tê darizandin. Di danişînê de polîsê serbest tê darizandin û parêzerên wî amade nebûn. Di danişînê de bavê Şahîn Oner Mehmet Şirin Oner, Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz û Selçuk Mızrakli Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamci amade bûn. Ji ber ku heyeta dadgehê hat guhertin, dosyayên berê dîsa xwendin. Ewil bav Mehmet Şîrîn Oner û parêzerên wî axivîn.
Bav Oner, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest polîs bê girtin û cezayê heq dike bistîne. Parêzer Abdullah Zeytun jî xwest îfadeya bersûc li salonê bê girtin û anî ziman ku bi riya talîmatê fermana wî girtin li dijî hiqûqê ye.
PARASTINA PARÊZERAN HAT QUTKIRIN
Parêzer Zeytun, xwest polîsê bersûc li salonê amade bibe ku karibin pirsan bipirsin. Prz. Zeytun dem dem axaftina wî ji aliyê dadgehê ve hat birîn. Heyetê herî dawî axaftina Zeytun qut kir û got "Êdî hûn dê serî li DMME'ê bidin.
Prz. Zeytun jî bertek nişan da û xwest daxwazên wan li ber çavan bê girtin. Zeytun, anî ziman ku li gel di ser cînayetê re 5 sal derbas bûn û 2 şahidên sivîl û ajokarê ambulansê der barê bûyerê de îfade dane jî hêj polîsê bersûc serbest tê darizandin. Prz. Zeytun, anî ziman ku di qeydên serwîsa lezgîn a 112'an û raporên ATK'ê de tê dîtin ku bûyer bi zanebûn û xwestek pêk hatiye û xwest polîsê bersûc girtî bê darizandin û cezakirin.
MAŞÎNA ZIRXÎ PÎŞTÎ BUYERÊ XEBITANDIN ?
Parêzer Gurbet Yavuz jî diyar kir ku rapora der barê maşîna zirxî ya di 21'ê Gulana 2018'an de hat amadekirin ji zanistê dûr e û wiha got: "Rapor ji zanistê dûr e. Maşîna zirxî ku bûye sedema bûyerê 5 salin tê xebitandin ya na em dixwazin fêr bibin. Em dixwazin ev yek ji midûriyeta polîsan bê pirsîn. Em dixwazin raporên vê maşîya ya der barê ku li Tevahiya Tirkiye tê xebitandin ya na bê amadekirin.
DOZGER BERSÛC BI ZANEBÛN KUŞT
Piştî parêzeran axaftin kir dozger jî xwest polîsê bersûc bi sedema "Bi zanebûn û xwestin maşine li Şahîn Oner xistiye bê cezakirin. Dozger, xwest polîsê kujer ji 20 salan heta 25 salan bê cezakirin.
Heyeta dadgehê jî piştî navberê daxwaza parêzeran û dozger red kir. Heyetê xwest ji bo temamkirina dosyayê fermanê ji Dadgeha Asliye Ceza ya Beykozê re bişine û danişîna dozê taloq kir.