NAVANDA NÛÇEYAN - Parêzerên OHP, ÇAG, ÇHD û HHB’ê, derbarê hempîşeyên xwe yên hatin berdan û cardin hatin girtin de daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzeran, diyar kirin ku daraz dibin zextê deye û gotin: “Em bang li şande û serokê dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn dikin, cubeyên xwe derxin û îstîfa bikin. Gelo kê guhê we kêşandiye?
Parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Buroya Hiqûqî ya Gelan (HHB) û Komelya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê bi armanca piştgiriya hempîşeyên xwe yên hatin berdan û cardin hatin girtin de daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî pêk anî.
Gelek parêzser li ber Edliya Îzmîrê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê parêzeran endamê ÇHD’ê Erdogan Akdogdu daxuyanî da.
‘EMÊ VÊ ŞERMÊ TIM BI BÎRA WE BIXIN’
Akdogdu, diyar kir ku hiqûqnas hatin berdan, lê cardin ji aliyê heman şandeyê ve hatin girtin û wiha axivî: “Gelo dinava 24 saetan de çibû ku cardin hevalên me girtin. Di vî warî de serokê Dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn a Stenbolê û endamên wê divê daxuyanî bidin raya giştî. Ey dadgernû em tenê ji we re dibêjin li dîrokê mêze bikin û pêşeroja xwe bibînin. Hemû tişt dê were ji bîr kirin, lê tu carî ev bêedaletî dê neyê ji bîrkirin. Wijdana hempîşeyên me yên we azadiya wan dizîn dê tu carî dest ji we bernede. Bêguman dê rojekê naleta bêedaletî û bêmafiyê wê pistûka we re bigire. Emê vê şermê tim bînin bira we. Gelo kê guhê we kêşandiye?”
EDENE
Parêzer li ber Edeliya Edeneyê jî kom bûn û li ser navê parêzeran Alî Akinci daxuyanî da. Akinci, diyar kir ku komeleya wan bi KHK’ê hat girtin û wiha got: “Îro daraz bûye yek ji amûrên bingehîn ên faşîzmê. Cubeyên li ser xwe bavêjin, qet nebe ji xwe şerim û îstîfa bikin. Kevneşopiya ÇHD’ê dê tu carî bi zilm û êrîşna tune nebe. Em piştevaniya xwe ya bi dostên xwe re mezintir bikin û li kêlekan gelên bindest cih bigirin.”
Daxuyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.