STENBOL - Yekemîn danişîna doza derbarê 21 xebatkarên Çapxaneya Gun de hat vekirin, li salona danişîna pêşberî Girtîgeha Sîlîvrî hat destpêkirin.
Dadgeha Cezayê Sûlhê ya 7’emîn a Stenbolê di 28’ê Adarê de qeyûm tayînê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kiribû. Bi tayînkirina qeyyûm re operasyon li dijî xebatkarên Çapxaneya Gun hat lidarxistin û xwediyê wê Kasim Zengîn hat girtin. Yekemîn danişîna doza 21 xebatkarên çapxaneyê li Dadgeha Cezayê Giran a 26’emîn a Stenbolê hat dîtin.
Danişîn li salona danişînê ya li pêşberî Girîgeha Sîlîvrî hat dîn. Gelek rojnameger, parêzerên Basin Îş a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û gelek parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) beşdarî danişî bûn.
Piştî tespîna nasnameyê danişînê dest pê kir û xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn dest bi parastin kir û parastina wî berdewam dike.