STENBOL - Danişîna doza 9 kesên dinavê de rojnameger Îshak Karakaş jî heyî, yên bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandin taloqî 20’ê Mijdarê hat kirin. Dadgehê biryara îmzeya pêkanîna şertê kontrola edlî ya derbarê 9 kesan de, rakir.
Duyemîn danişîna 9 kesên dinavê de rojnameger Îshak Karakaş jî heyî, yên li dijî operasyona Efrînê rexneyên xwe di medya civakî de parvekirin de, bi “propagandeya rêxistinê kirin” tên darzandin hat dîtin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 28’emîn a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rojnameger Îshak Karakaş, Yaşar Yilmaz Altunbîlek, Cevdet Taş û parêzer beşdarî danişînê bûn,
BIRYARA ÎMZE DAYÎNÊ HAT RAKIRIN
Parêzeran parastin kirin û xwestin pêkanîna îmzeyê ya şertê kontrola edlî ya li ser 9 kesan bê rakirin. Dozgerê danişînê Orhan Uzun jî, daxwaza parêzeran red kir. Rojnameger Îshak Karakaş dûre parastin kir û wiha got: “Ez tim diçim geşta derveyî welat. Ez dixwazim qedexeya min a derveyê welat bê rakirin. Dadgehê di biryara xwe ya navberê de, biryara pêkanîna îmzeya şertê kontrola edlî rakir û biryar da ku qedexeya derveyî welat berdewam bike. Dozger dûre danişîn taloqî 20’ê Mijdarê kir.