AMED - 3 rêveberên Rêxistina HAK-PAR'ê ya Amedê îstîfa kirin. 3 rêveber, piştî tev li civîna KCD'ê bûn îstîfa kirin.
3 rêveberên HAK-PAR'ê yên tev li civîna KCD'ê bûn îstîfa kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 8-9'ê Îlonê de li Amedê Civîna Lijneya Gişti pêk anîbû. KCD'ê Rêveberên Partiya Azadî û Heq (HAK-PAR) ya Amedê jî dawet kiribûn. Navenda Giştî ya HAK-PAR'ê xwestibûn ku rêveber tev li civîn. Li ser vê yekê 3 rêveberên HAK-PAR'ê tev li civîna KCD'ê bûbûn. Li ser dawetê Navenda Giştî ya HAK-PAR'ê xwestibûn ku rêveber beşdar nebin, lê rêveber beşdar bûbûn. Rêveberên HAK-PAR'ê yên guh nedan biryara navendê û tev li civîna KCD'ê bûn, Ramazan Eren, Paşa Akdogan û Mehmet Dalkiran îstîfa kir.