DÎLOK - Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê maşîna eskeran qulipî. Di qezayê de 3 esker birîndar bûn.
Li navçeya Îslahiye ya Dîlokê TIR'a eskerî ya yekîneya tang û topan ku tangên Leopar dibirin 5'emîn Fermandariya Tugaya Zirxî ya Dîlokê li ser rêya Dîlok û Kîlîsê qulipî. Di qezayê de 3 eskerên di TIR'ê de birîndar bûn. Eskerên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dîlokê.