NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn, di quncikê îro de bal kişand ser hilbijartina Başûrê Kurdistanê. Sezgîn, anî ziman ku xebatên propaganda hilbijartinê dest pê kir, lê gelê Başûrê Kurdistanê eleqeyê nîşanî hilbijartinê nade. Sezgîn da zanîn ku ji ber hikûmeta herêma Kurdistanê piştî referandûmê înîsiyatîf û îradeya xwe winda kiriye gel vê hilbijartinê wekî formalîte dibîne.
Niveîskarê Rojnameya e-rojname Ercan Sezgîn di quncikê îro de bal kişand ser xebatên hilbijartinê yên Herêma Kurdistana Federe. Sezgîn, anî ziman ku li başûrê Kurdistanê, di bin siya neavakirina hikûmeta Iraq û nîqaşên taloqkirina hilbijartinan de dest bi propagandayê hat kirin û wiha got: "Propagandaya hilbijartinan li Başûr, bi rengeke cuda pêk tê. Meş, mîtîng, mal bi mal gerandin, belavok, nîqaş, polemîk zêde nînin. Hema namzed li ser rê û kolanan wêneyên xwe datînin û partî ji alê partiya xwe didaliqînin û hew tiştek din nayê kirin. Propaganda li ser plan û projeyan yan jî li ser nêzîkatî û siyasetek nû nayê kirin. Li ser xwenîşandanê tê lidarxistin. Zêde bandora wê ji nîne."
'GEL ELEQE NÎŞAN NADE'
Sezgîn bal kişand ser hewaya xebatên hilbijartinê û nêzîkatiya gel û wiha li nivîsa xwe zêde kir: "Bi destpêka propagandayê hilbijartinan de hin tişt bala mirovan dikişînin. A yekemîn gelê başurê Kurdistanê zêde eleqe nîşanê hilbijartinê nade. Coş, heyecan û motîvasyona hilbijartinê zêde nîne. Ji ber ku bawer nake ku dê bi hilbijartinan hin tişt werin guhertin. Hêviya gel ji hilbijartinan nemaye. Dibêjin jixwe encam diyar e. Em herin rayê xwe biavêjin jixwe yên ku dê bi serbikevin hatine diyarkirin. Hilbijartinê wek formalîte dibînin. Ji ber vê yekê, di hilbijartinên parlementoyên Iraqê de ji sedî 45 neçû ser sindoqan û rayên xwe neavêtin. Ên ku çûne ser sindoqan û rayê xwe bikar anîbûn ji sedî 55 bûn. Ev jî hemû memûr û xabatkarên burokrasiya rêveberiyê û malbat û eşîrên namzedan bûn. Gel di nav de zêde nebû."
'PDK Û YNK 27 SALIN HIKÛMETÊ BI RÊVE DIBIN LÊ GUHERTIN ÇÊNEKIRIN'
Sezgîn, di berdewama nivîsandinê de bal kişand ser rol û rista HDK û YNK'ê û wiha dirêjî da nivîsê: "Ji partî û saziyan, bêbawerîyek mezin li pêş ketiye. PDK û YNK 27 sal in, hikûmeta herêma Kurdistanê bi rê ve dibin û desthilatdar in. Lê tu guhertinên mezin û berbiçav çênekirin. Dêr heqê rêveberên her du partiyan de ji nîqaş û îdiayên giran hene. Ji ber vê yekê jî hêvî û bendewariyên van her du partiyan zêde nemaye. Lê dîsa dibêjîn dê her du partî bi serbikevin. Goran di hilbijartinên din de wek tevgerek nû derket pêş û hîn hêviyan afirand. Ji gelên Başûr jî rayek mezin girt û bû partiya duyemîn. Lê di demên dawîn de ew jî li paş ket û hêviyan vala derxistin. Partiyên Îslamî Yekgirtû û Komala wek versîyonen PDK û YNK’ê yên îslamî ne."
'HIKÛMETÊ VÎNA XWE WINDA KIRIYE'
Sezgîn, bal kişand ser sedemek din a ku gel çima formalîte dibîne û wiha dawî li nivîsa xwe anî: "Sedemek din jî ew e ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştî referandûmê înîsiyatîf û îradeya xwe winda kiriye. Tirkiye, Îran, Iraq her tim êrîşî herêmê dikin û herêman dagir dikin. Tu îrade û înîsiyatîf nemaye. Kes êdî wek berê herêma Kurdistanê wek mihatabek girîng nabîne. Gel jî hêviyên xwe bi Bexdayê ve girêdaye. Avakirina hikûmeta Bexdayê êdî bala wî dikişîne û eleqe nîşan dide. Ji ber ku hêviya çareseriyê ji Başûr nabîne. Heta hîn kes bêriya dema Sedam dikin. Ev tiştek pir giran e ji bo rêveberên başûrê Kurdistanê. Ger hêviya xwe bi neyarê xwe anîbin û xweziyên xwe bi Sedam tînin pêwîst e mirov kûr û dûr bifikire. Ji ber van sedeman eleqeya ji bo hilbijartinan pir kêm e li başûrê Kurdistanê. Qada din ku bala mirov dikişîne, ji PDK’ê Mesût Barzanî û ji YNK’ê Qûbat Talabanî, di propagandayê de dertên pêş. Di referandûmê de Mesût Berzanî pir li pêş bû lê deng ji nêçîrvan Barzanî re dernediket. Piştî referandûmê Mesût Barzanî bêdeng bû, Nêçîrvan derket pêş. A niha dîsa Mesût û Mensûr Barzanî dertên pêş û Nêçîrvan Barzanî bêdeng e. Wisa xuya dike ku dê tiştên balkêş biqewimin."