ENQERE - Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, ji ber ku Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin serbest nehat berhdan. bertekên xwe anîn ziman û got: "Taşkin bi keyfî girtî tê darizandin. Nûçeyên ku çêkirine sûc dê dîtin. Em dê rojnamegeriya civakî ya di nava gel de berdewam bikin."
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin, di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê hat binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Li ser îtîraza dozger Taşkin, di 22'ê Çile de li Enqereyê hat binçavkirin û hat girtin. Taşkin li Dadgeha Sulh Ceza ya Bedlisê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Taşkin, li Girtîgeha Jinan a Sincan tê girtin. Yekemîn danişina Taşkin di 30'ê Nîsanê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hatibû dîtin. 3'emîn danişîna doza Taşkin a dawî di 12'ê Îlonê de haitbû dîtin. Taşkin dîsa nehat berdan. Taşkin, herî dawi duşemê bi ziyaretvanên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku ew nizane çima tê darizandin. Taşkin, anî ziman ku wê tenê rojnamegerî kiriye û ji ber nûçeyên gel çêkirine û rojnamegerî kiriye tê darizandin.
'DIXWAZIN SÛC AVA BIKIN'
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney, bertek nişanî darizandina bi aweyekî girtî ya Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin da û wiha got: "Taşkin bi keyfî girtî tê darizandin. Nûçeyên ku çêkirine sûc dê dîtin. Em dê rojnamegeriya civakî ya di nava gel de berdewam bikin. Li Tirkiye zêdeyî 180 rojnameger girtî tên darizandin. Di rewşa niha de mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê û azadiya ku gel agahiyan bistîne bike. Mafê gel ê azadiya bibe xwedi agahî ji destê wan hatiye girtin. Li gel vê yekê rojnamegerên ku di nivîsandina rastiyan de israr dikin jî tên girtin. Herî zêde çapemeniya azad û rojnamegerên jin rastî van zextên azadiya ragihandinê tên. Mirov dikare gelek mînakên şênber bide. Yek ji vana jî Seda Taşkin e. Taşkin ji ber ku nûçe çê kiriye dixwazin nûçe wekî sûc bidin nîşandan. Dixwazin sûc ava bikin. Dixwazin bi zorê sûc û sûcdar ava bikin.
Lê em dê dîsa rojnamegeriya gel û civakê berdewam bikin."