SÊRT - Rayedarên dewletê, li 3 tax û 2 gundên navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve îlan kirin.
Rayedarên dewletê yên fermî li 3 tax û 2 gundên Erûhê ‘Qedexeya derketina derve’ îlan kirin. Qedexe li gundên Gedîkaşar û Bîlgîlî û taxên Tatlipinar, Eşîk û Çayirliyê duh saet 18:00’an de dest pê kir.
LI BEDLÎSÊ JÎ 11 GUND HATIBÛN QEDEXEKIRIN
Walîtiya Bedlisê duh li 11 gund û gundikên Bedlîsê derketina kolanan û derve li welatiyan qedexe kiribû. Walîtiyê li 8 gund û 3 mezrayan, ji bo rojekê derketina kolanan li welatiyan qedexe kiribû.