ENQERE – Rojnameger Metîn Dûran ê ku ji sedî 93 felç e û girtî bû, serbest hat berdan.
Xebatkarê Radyo Rengîn Metîn Dûran ê ji sedî 93 felç bûye û tevî felce girti bû, hat berhdan. Rojnameger Metin Duran, li Qosera Mêrdînê di Radyo Rengîn a bi KHK'ê hat girtin de dixebitî û beriya bê girtin ji ber krîza dil derbas kiribû felç bû. Piştre ji ber dozek der barê wî de hatibû vekirin di 30'ê Adarê de hatibû girtin. Metîn Dûran 5 meh û 15 roj tevî halê felç girtî bû. Şevê din komek şopînerê medya civakî ji bo xebatkarê Radyo Rengîn Metîn Dûran ê ji sedî 93 felç, kampanya hashtage dan destpêkirin. Kampanya li ser hesabê twîtterê bi has ta ga #MetinDuranaOzgurluk #JiMetinDuranReAzadi pêk hat. Piştî kampanyayê îro Duran serbest hat berdan. Metin Duran, piştî rapora saziya Tipa Edlî ya “Nikare li girtîgehê bimîne" serbest hat berdan. Duran, di saetên evarî de li gel birayê xwe Zeydan Duran ku refaqeta wî dikir, ji girtîgehê derketin. Bira Duran, diyar kir ku ji ber biryarê gelek kêfxweş bûne. Duran, anî ziman ku ji bo dermankirinê dê sibê biçin Enqere û ji wir jî derbasî Nisêbînê bibin.