NAVENDA NÛÇEYAN - Li nêzî Macîd Land ya li ser rêya Kesnezan û Hewlêrê teqînekek çêbû. Di teqînê de kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyên herêmî, li nêzî Macîd Land a li ser rêya Kesnezan-Hewlêr teqînek çêbû. Di teqînê de kesek birîndar bû. Hate diyar kirin ku teqîn bi bombeya destan pêk hatiye. Lêkolîna hêzên asayîşê ya li cihê bûyerê didome.