YJŞ’iyên vegeriyan Şengalê bi coş hatin pêşwazîkirin

  • rojane
  • 10:17 23 Cotmeh 2017
  • |
img

ŞENGAL –Şervanên YJŞ’ê yên li Reqqayê bi sedan jin û zarok rizgar kirin, piştî azadiya Reqqayê vegeriyan Şengalê. Gel bi coşek mezin şervan pêşwazî kirin.  

Platforma gel a ku çalakiya nobetê ya li qempa Serdeşt a Çiyayê Şegalê ji bo balê bikişîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di rojan 5’emîn de bi dawî bû. Platforma gel ku 3’ê salin tê lidarxistin ji çapemeniyê re vekiriye. Gel di vê platformê dê pirsgirekên heyî, fikir û ramanên xwe û rojevên heyî nîqaş dikin. 
 
Şervanên Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî ku bi QSD’ê re beşdarî hemleya Reqqayê bûn û piştî azadiya Reqa vegeriyan Şengalê, beşdarî platforma gel bûn. Gel bi coşek mezin şervanên YJŞ’ê yên bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin, pêwazî kirin. 
 
‘EV PEYWIRA MIROVAHIYÊ YE’
 
Xelî Faris Elyas ê 52 salî 5 rojan piştgirî da çalakiya nobetê. Elyas, diyar kir ku ew Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo xwe mîna Rêber dibînin û wiha aixivî: “Têkildarî jiyana Ocalan bi mîlyonan mirova dinava fikaran dene. Divê dimildest destûrê bidin malbat û parêzerên wî ji bo biçin hevdîtinê. Ez bang li hemû hêzên navneteweyî û parêzvanê mafên mirovan dikim ku  li dijî vê pêkanîna tecrîtê ya li ser Ocalan derbikevin. Bila Tirkiye asteng bikin ku êdî nekare tecrîtê pêk bîne. Dixwazin fikir û ramanên Ocalan dîl bigirin. Li dijî vê yekê derketin erka mirovahiyê ye.”  
 
‘JI BO JIN Û GELÊ ÊZIDÎ XETA SORE’
 
Kina Xidir a 47 salî ya 5 rojan piştgirî da çalakiya nobetê jî, diyar kir ku girîngiya Ocalan li ser gel heye û wiha axivî: “Serok Apo ne tenê, serokê gelê kurd, serokê hemû gelên tên binpêkirin e. Ji bilî serok Apo kesekê alîkarî neda gelê Şengalê. Serok Apo xwedî me derket. Êdî li Çiyayê Şengalê gelê Serok Apo heye, jinên Êzidî hene. Keda wî li ser jinên Êzidî  pir heye. Gava DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir gelo kê xwedî Şengalê derket? Şervanên Serok Apo xwedî li Şengalê deketin. Ji ber vê yekê Serok Apo ji bo jin û gelê Êzidî xeta sore.”
 
‘DIVÊ HEMÛ GEL BI FELSEFEYA OCALAN XWE PERWERDE BIKIN’
 
Ferhat Elyas ê 23 salî jî, da zanîn ku ev 3 salin zarok û ciwanên Êzidî bi felsefe û ramanên Ocalan xwe perwerde dikin. Elyas destnîşan kir ku piştî ramanên Ocalan nas dike, birdar dide ku bibe mamoste û wiha axivî: “Ji bo ez raman û felsefeya Ocalan bi zarokên Êzidî bidim fêrkirin min biryar da ku bibin mamoste. Ocalan miroveke ku dikare bibe Rêberê hemû gelan. Hemû gel dikarim xwe bi raman û felsefeya wî perwerde bikin. Îro ne tenê em, hemû gelên cîhanê fikara tenduristiyan Ocalan dikin. Hemû gelên pêdiviya wan bi azadiyê hene van gumanan dijîn. Divê dimildest têkildarî jiyanan Ocalan gel agahdar bikin.” 
 
‘AZADIYA RÊBERTIYÊ AZADIYA ME YE’
 
Şervana YJŞ’ê Ezda Felek ku beşdarî hemleya Reqqayê bû jî, diyar kir ku ji bo tola jin û zarokên Êzidî rake, beşdarî hemleya Reqqayê bû û wiha axivî: “Azadiya  Reqqayê em keyfxweş kirin. Me bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin. Bi vê yekê serbilindim. YJŞ’ê tenê bi felsefe û ramanên Ocalan bersiv da 73 fermanên li ser Êzidiyan. Ji ber vê yekê heya em sax bin, em ê bi felsefeya Rêber Apo ya ku hêzê dide me têbikoşin. Bi vê yekê eniya Serok Apo xurt dibe. Nêzîkatiyên li ser Rêber Apo nêzîkatiyên li ser me ne. Azadiya wî jî azadiya me ye.”  
 
‘SERKEFTINA REQAYÊ DI SAYA OCALAN DE PÊŞ KET’
 
Şervana YJŞ’ê Arman Şengal jî da zanîn ku azadiya Reqqayê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftine û wiha got: “Girîngiya azadiya Reqqayê ji bo me mezine. Roja rizgarkirina Jinên Êzidî yên li Reqqayê hatin şewitandin e. Roja me tola jinên Êzidî girt bû. Me dinava dilê DAIŞ’ê cih girt û şer kir. Ji ber vê yekê em pir keyfxweşin. Îro em gel, gelê xwe ne. Ji vir û şûn de bila hemû kes zanibe, heza parastina ceherî ya gelê Êzidê YJŞ û YBŞ’e ye. Di heman demê de îro tecrîtek giran kirî li ser Rêber Apo heye. Ev pir bi êşe. Em û serokatî bi hev ve girêdayîne. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo jî şer bikin” 
 
MA / Selamî Aslan
 

Sernavên din

24/10/2017
14:31 Rojnameger Omer Çelîk parastinê dike: Dadger, îşkenceyê derbas bike
14:14 Kemalbay: Tecrîd şer geş dike
13:51 Dozger bi girtekê sendîkavan hedef da nîşan!
13:36 Girtiya tahliye bû îşkenceya li girtîgehê vegot
13:23 ÎHD: Dixwazin bi OHAL'ê muxalefetê bêdeng bikin
13:15 Ji bo Kurdistana Federe pêşniyara hikûmeta demî kirin
13:13 Di pevçûna li Mêrdînê de 2 leşker birîndar bûn
12:55 12 taxên Mêrdînê hatin qedexekirin
12:41 Bayar 3 meh piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da
12:40 Girtiyê nexweş Babaoglu cara duyemîn emelyat bû
12:07 Rojnameger: Bi lez hevalên me berdin
11:56 Pulat û pitika wê ji ber îhmalê jiyana xwe ji dest dan
11:31 Dayikên aştiyê: Aştî girêdayî Ocalan e
11:20 Gelê Wanê: Hûn bi kuve biçin çareserî li Îmraliyê ye
11:19 Hevrêyên Korkmaz Tedîk li ser navê wî pirtûkxane vekirin
11:11 Rojeva Şengalê xweserî ye: Yên me qebûl bikin, em ê jî wan qebûl bikin
10:59 Bombe bi maşîna polîsan de teqiya: 2 polîs birîndar bûn
10:51 Arslan: Dest ji polîtîkayên dijberî û sorkirina gelan berdin
10:50 Jinên êzidî li nav dilê DAIŞ’ê al çikandin
10:15 Berdevkê SKM'ê Vayiç hat girtin
10:14 Hat îxrackirin dikana etariyê vekir
10:13 Baskê Ciwanên AKP’ê Şaredariya Mêrdînê birêve dibe
09:45 Li Farqînê jiyana gundan qedexeyê nas nake
09:33 Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê: Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e
09:32 'Em ji her demê bêtir xwedî li Birêz Ocalan derkevin’
09:31 ‘Em li dijî talanê serî rakin’
09:31 Parêzer Dogan: Dawî li silsileya cinayetên huqûqî bînin
09:30 Karkerên DHL Expressê: Em ê li ber xwe bidin
09:28 Walî qada SÎT'ê pêşkêşî Holdîngê kir
09:27 'Ger xweza hebe jiyan jî heye'
09:26 OHAL û şer turîzmê jî ser û bin kir
09:24 Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2017'AN
23/10/2017
21:19 Li Aydinê tevî hevserokê HDP’î 5 kes hatin girtin
20:30 Gokçek daxuyand: Ez ê îstifa bikim
18:39 ‘Ji bo azadiya Ocalan em ê hîn bêtir bitêkoşin’
17:39 Kerestecîoglu: Erdogan dest bi taktîkên nû dike
17:26 'Heta CPT bi Ocalan re hevdîtin bikin çalakiyên me dê bidomin'
17:05 Serokwezîrê Iraqê Ebadî diçe Enqereyê
17:04 Şaredarê Bursayê Altepe îstîfa kir
16:00 DAIŞ'ê li Humusê 128 sivîl qetil kirin
14:59 349 rojin li vê kolanê çalakî heye
14:43 Karker nobeda karê, qût û edaletê dewam dikin
14:37 ‘Sîsê Bîngol û Havva Ozcan serbest berdin’
14:23 16 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
14:19 Nûnerên Kurdan ji Strasbourgê bang kirin: Bila bi lezgîn CPT biçe Îmraliyê
13:38 Nûçegîhanên Jinnewsê Eren û Erol hatin berdan
13:37 DBP’ê ji bo Ocalan heta 19'ê Mijdarê biryara çalakiyan girt
12:54 Siyasetmedarên jin têkildarî Ocalan ji hikûmetê re name şandin
12:44 Rêveberê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
12:20 Naçe bazarê diçe dibistanê
12:02 Li Farqînê pevçûn
12:01 2 cerdevan mirî hatin dîtin
11:41 3 rojnamegerên girtî dê sibê derkevin dadgehê
11:40 'Heger Şaredariyên AKP'î bawer dikin pak in divê îstîfa nekin'
11:16 16 kesên binçavkirin dê derxin edliyê
11:11 Hevseroka MSD’ê: Êdî Reqa ji geşedanên nû re amade ye
11:09 Di konteynirên bê ceyran de dijîn
11:07 Li Amedê çawişê pispor rastî êrîşa çekdarî hat
11:06 Fatma Ocalan: Em bi fikarin dixwazin agahî bigirin
10:51 RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin
10:29 Polisên Felek kuştin: Çima zarokên we derdikevin kolanê?
10:18 Kalê 79 salî ji kuştina Bahtiyar Aydin 21 salin girtî tê darizandin
10:17 YJŞ’iyên vegeriyan Şengalê bi coş hatin pêşwazîkirin
09:16 Dayikên Aştiyê: Li Îmraliyê çi vedişêrin?
09:14 'Belgeyên gihan bi mîlyonan mirov ne sûc in'
09:14 ‘Êdî hêza gel a zeytûnan bistîne tune'
09:12 Ji bo 70 tl 12 saetan dixebitin'
09:11 Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin
09:10 Ji ber êrîşa zayendî hêj bi ser xwe de nehatiye
09:09 'Em tu car têr nebûn ku em birçî bibin'
09:08 HDK: Bi Ocalan re gelê Tirkiye jî di bin tecridê de ye
09:00 ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2017'AN
22/10/2017
19:58 Ataş: Heta tecrida li ser Ocalan rabe çalakiyên me dê bidomin
17:05 'Bibore ferman ji jor de hat'
16:24 Ciwanên Ereb azadiya Ocalan xwestin
16:16 Onder Kulturxaneya akademîsyenan ziyaret kir
15:59 Kemalbay: Heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê dê kaos derkeve
15:45 Polîsan di çalakiya Kadikoy de 16 kes binçav kirin
15:11 Çalakiya girtiyan di roja 2'emîn de didome
15:09 Buldan: Em li benda agahiya Wezîrê Edaletê ne
14:57 Onder: Ocalan tekane rêberê ronahiya azadiyê ye
14:25 Li Yukselê êrîş: 5 kes hatin binçavkirin
14:06 Karker: Em dê bi berhxwedanê bi ser bikevin
13:54 'Tecrîd îşkence û sûcê mirovahiyê ye'
12:57 Cenazeyê Salîh Sanri ji Muglayê şandin Şirnexê
11:50 QSD'ê herêma herî mezin a petrolê bi dest xist
11:49 Jin: Em dê li diyariya Reqqa xwedî derekvin
11:17 Haya Serfermandariya Giştî ji lêpirsîna Bahtiyar Aydin tune!
11:01 Piştî Kerkûkê çav berdan deriyên sînor
10:38 Karkerê madenê Siddik Kabak jiyana xwe ji dest da
09:56 Walî li 6 gundên Şemzînanê qedexe îlan kir
09:37 Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike
09:36 Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!
09:36 Qirêjiya li derdora Gola Sixkê jiyana giyaneweran tehdît dike
09:34 Di bin navê ‘veguherandina bajêr’ de veguherandin ‘qada rantê’!
09:33 Hîndekar Akdenîz: Divê dadgeh daxwaza Albayrak red bike
09:33 Ev cih warê piştevaniyê ye
09:30 Kemalbay: Şer û kuştin girêdayî tecrîdê ye
09:29 Girtî li erdê û mutbexê radizên