YJŞ’iyên vegeriyan Şengalê bi coş hatin pêşwazîkirin 2017-10-23 10:17:06 ŞENGAL –Şervanên YJŞ’ê yên li Reqqayê bi sedan jin û zarok rizgar kirin, piştî azadiya Reqqayê vegeriyan Şengalê. Gel bi coşek mezin şervan pêşwazî kirin.   Platforma gel a ku çalakiya nobetê ya li qempa Serdeşt a Çiyayê Şegalê ji bo balê bikişîne ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di rojan 5’emîn de bi dawî bû. Platforma gel ku 3’ê salin tê lidarxistin ji çapemeniyê re vekiriye. Gel di vê platformê dê pirsgirekên heyî, fikir û ramanên xwe û rojevên heyî nîqaş dikin.    Şervanên Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî ku bi QSD’ê re beşdarî hemleya Reqqayê bûn û piştî azadiya Reqa vegeriyan Şengalê, beşdarî platforma gel bûn. Gel bi coşek mezin şervanên YJŞ’ê yên bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin, pêwazî kirin.    ‘EV PEYWIRA MIROVAHIYÊ YE’   Xelî Faris Elyas ê 52 salî 5 rojan piştgirî da çalakiya nobetê. Elyas, diyar kir ku ew Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo xwe mîna Rêber dibînin û wiha aixivî: “Têkildarî jiyana Ocalan bi mîlyonan mirova dinava fikaran dene. Divê dimildest destûrê bidin malbat û parêzerên wî ji bo biçin hevdîtinê. Ez bang li hemû hêzên navneteweyî û parêzvanê mafên mirovan dikim ku  li dijî vê pêkanîna tecrîtê ya li ser Ocalan derbikevin. Bila Tirkiye asteng bikin ku êdî nekare tecrîtê pêk bîne. Dixwazin fikir û ramanên Ocalan dîl bigirin. Li dijî vê yekê derketin erka mirovahiyê ye.”     ‘JI BO JIN Û GELÊ ÊZIDÎ XETA SORE’   Kina Xidir a 47 salî ya 5 rojan piştgirî da çalakiya nobetê jî, diyar kir ku girîngiya Ocalan li ser gel heye û wiha axivî: “Serok Apo ne tenê, serokê gelê kurd, serokê hemû gelên tên binpêkirin e. Ji bilî serok Apo kesekê alîkarî neda gelê Şengalê. Serok Apo xwedî me derket. Êdî li Çiyayê Şengalê gelê Serok Apo heye, jinên Êzidî hene. Keda wî li ser jinên Êzidî  pir heye. Gava DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir gelo kê xwedî Şengalê derket? Şervanên Serok Apo xwedî li Şengalê deketin. Ji ber vê yekê Serok Apo ji bo jin û gelê Êzidî xeta sore.”   ‘DIVÊ HEMÛ GEL BI FELSEFEYA OCALAN XWE PERWERDE BIKIN’   Ferhat Elyas ê 23 salî jî, da zanîn ku ev 3 salin zarok û ciwanên Êzidî bi felsefe û ramanên Ocalan xwe perwerde dikin. Elyas destnîşan kir ku piştî ramanên Ocalan nas dike, birdar dide ku bibe mamoste û wiha axivî: “Ji bo ez raman û felsefeya Ocalan bi zarokên Êzidî bidim fêrkirin min biryar da ku bibin mamoste. Ocalan miroveke ku dikare bibe Rêberê hemû gelan. Hemû gel dikarim xwe bi raman û felsefeya wî perwerde bikin. Îro ne tenê em, hemû gelên cîhanê fikara tenduristiyan Ocalan dikin. Hemû gelên pêdiviya wan bi azadiyê hene van gumanan dijîn. Divê dimildest têkildarî jiyanan Ocalan gel agahdar bikin.”    ‘AZADIYA RÊBERTIYÊ AZADIYA ME YE’   Şervana YJŞ’ê Ezda Felek ku beşdarî hemleya Reqqayê bû jî, diyar kir ku ji bo tola jin û zarokên Êzidî rake, beşdarî hemleya Reqqayê bû û wiha axivî: “Azadiya  Reqqayê em keyfxweş kirin. Me bi sedan jin û zarokên Êzidî rizgar kirin. Bi vê yekê serbilindim. YJŞ’ê tenê bi felsefe û ramanên Ocalan bersiv da 73 fermanên li ser Êzidiyan. Ji ber vê yekê heya em sax bin, em ê bi felsefeya Rêber Apo ya ku hêzê dide me têbikoşin. Bi vê yekê eniya Serok Apo xurt dibe. Nêzîkatiyên li ser Rêber Apo nêzîkatiyên li ser me ne. Azadiya wî jî azadiya me ye.”     ‘SERKEFTINA REQAYÊ DI SAYA OCALAN DE PÊŞ KET’   Şervana YJŞ’ê Arman Şengal jî da zanîn ku azadiya Reqqayê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn serkeftine û wiha got: “Girîngiya azadiya Reqqayê ji bo me mezine. Roja rizgarkirina Jinên Êzidî yên li Reqqayê hatin şewitandin e. Roja me tola jinên Êzidî girt bû. Me dinava dilê DAIŞ’ê cih girt û şer kir. Ji ber vê yekê em pir keyfxweşin. Îro em gel, gelê xwe ne. Ji vir û şûn de bila hemû kes zanibe, heza parastina ceherî ya gelê Êzidê YJŞ û YBŞ’e ye. Di heman demê de îro tecrîtek giran kirî li ser Rêber Apo heye. Ev pir bi êşe. Em û serokatî bi hev ve girêdayîne. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo jî şer bikin”    MA / Selamî Aslan