STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li ser daxwazên karkeran û şertên wan rapor amade kir. Heyeta ÎHD'ê ku lêkolîn kir, diyar kir ku karker di daxwazên xwe de mafdar in û xwest daxwazên wan pêk bê. Heyetê, da zanîn ku li Balafirgehê heta niha 400 karker bûne qurbana cînayetên kar. Heyetê xwest karkerên hatine binçavkirin bên berdan.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê têkildarî rewşa karkeran û daxwazên wan raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Komîsyona Jiyana Xebatê ya ÎHD'ê di 15'ê Îlonê de çû Fermandariya Cendirmeyan a Arnavutkoyê çavderiyên xwe kirin rapor. Heyetê di raporê de anî ziman ku xwestin bi karkeran re hevditin bikin lê destûr nehatiye dayîn. Heyetê da zanin ku heyeta parêzeran ku ji bo piştgiriya hiqûqê jî çûne qereqolê û rastî astengiya rayedaran hatiye. Heyetê di raporê de anî ziman ku destê karkeran hatibû kelepçekirin û karkerênk di şibakeyan de bang li xizmên xwe dikirin ku tî û birçî ne.
400 KARKER BÛN QURBANÊN KAR
Heyetê di raporê de da zanin ku li balafirgehê 40 hezar karker dixebitin û di şertên li dijî mirovahiyê kar dikin û wiha cih dan raporê: "Karker di şertên pir qirêj de dijîn. Bi taybetî cihê jiyana hevpar ên wekî tuwalet û serjok pir qirêj in. Xwarin qirêj, kêm û xebab e. Şelteyê nivînan qirêj e û nayê şuştin. Cihê karker lê radizên tije kurmê textan û kezik in. Ji ber kêzik û mêşan karker nikarin razên. Ji ber şertên qirêj nexweşî belav dibe. Ji ber vê yekê divê tedbîrên lezîn bên stendin. Karker bi awayekî keyfî ji kar tên avêtin. Meaşên karkeran kêm û dereng didin wan. Otobusên serwîsê pir qirêj in. Her rojê qeza pêk tên û karker jiyana xwe ji dest didin. Heta niha 400 cînayetên kar pêk hatine. Qurbaniyên cînayetên kar ji cemaweriyê vedişêrin. Li gorî agahniyan 4 hezar karkerên Nepallî û karkerên Azerbaycan, Turkmenistan jî di navde 6- 8 hezar karkerên biyanî li vir kar dikin. Ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tune ye. Heta niha 400 karker bûn qurban. Dema heyetê karkerên hatin binçavkirin ziyaret kirin, 15 karkerên hatibûn binçavkirin destê wan bi kelepçe bû. Di ziyaretê de nêzî 400 karkerênku li Fermandariya Cendirmeyan a Arnavutkoyê dihatin girtin û hin karkeran di şibakeyan de bang dikirin û digotin 'Em birçî ne' Dema karkeran ji xizmên xwe av û xwarin dixwestin, cendirmeyan ew asteng dikirin. Nêzî 160 karker di saetên dereng de hatin berdan.
ENCAMA RAPORÊ
* Her çend îktîdar çalakiya karkeran wekî hewldanek siyasî binirxîne jî karkeran berê jî heman daxwaz anîbûn ziman û daxwazên wan mafdar in.
* Şertên înşaetê li dijî mevzuatê ye. Li şuna tedbîr bên girtin, karkerên itîraz dikin bi hevkariya dewletê tên binçavkirin.
* Li gorî Qanûna Bingehîn û peymana ÎLO karker li dijî peymanê dixebitin. Divê li gorî vê peymanê bi lezgîn şertên wan ên karker bên rastkirin û daxwazên wan li ber çavan bê belav kirin.
* Karkerên ku li diji şertên kar ên xerab dest ji kar berdin mafê wan ê zagonî ye û li gorî peymana İLO ye. Lê avêtina ji kar li dijî peymanê ye.
* Karkerên di bin çavan de mafê wan ê hiqûqê tê asteng kirin. Mafê wan ê parastinê ji destê wan tê girtin. Parêzer bi yekfî tên astengkirin.
* Karkerên li Kadikoy û cihên din hatin binçavkirin, divê bi lez bên berdan.
* Divê karkerên hatin binçavkirin serbest bên berdan, Daxwazên wan bi lez li ber çavan bên girtin û daxwazên wan bi cih bînin. Divê Wezareta Xebatê bi lez ji bo daxwazên wan têkeve nava tevgerê.
* Em wekî ÎHD'ê piştgiriyê didin daxwazên karkeran û divê daxwazên wan pêk bên. Divê peymanên ÎLO û Qanûna Bingehîn li ber çavan bê girtin û karker serbest bên berdan.