NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêrezorê eşkere kir û got: “Şervanên me li gundê El-Baxoz pêşve diçin û 12 nûqteyên kontrole avakirin û bi dehan sivîl rizgar kirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêrezorê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku şervanên wan li gundê El-Baxoz ê Dêrezorê pêşve diçin û 12 nûqteyên kontrolê ava kirine. QSD’ê diyar kir ku li derdora gundê El-Sûsê yê Dêrezorê jî pêşveçûna wan didome û bi dehan sivîl rizgar kirine.
QSD’ê di daxuyaniya da de ev agahî parve kirin:
“Li derdora gund El-Baxoz di navbera hêzên me û DAIŞ`ê de şer derket. Derbeyên giran li DAIŞ’iyan hatin xistin. Hêzên me bi awayekî berbiçav di hundirê gund de pêşde çûn û gelek nuqteyên çeteyan rizgar kirin. Çeteyan jî bi zanebûn mayin di rêya hêzên me de danîn da ku pêşketinên wan asteng bikin. Şervanên me derbeyên giran li xetên parastina çeteyan xistin û şer ber bi hundirê gund ve çû.
Şer ji duh êvarî ve heta saetên serê sibê berdewam kir. Hêzên me 12 nuqteyên xwe di hundirê El-Baxoz de ava kirin. Topavêjên Koalîsyona Navneteweyî baregehên çeteyan kirin hedef û rûxandin. Li derdora gundê El-Sûse ji saetên êvarê ve hêzên me dest bi tevgerê kirin û ber bi gund ve çûn. Li wê derê şerê rû bi rû bi çeteyan re derket. Çeteyan rextên bombebarkirî bi kar anîn. Du çeteyan xwe teqand. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn û birîndarên me bûn. Hêzên me êrîşên çeteyan têk birin. Nêzî 2 kîlometre bi pêş de çûn. 11 nuqte ji çeteyan rizgar kirin û heta niha ew dever tê topbarankirin.
Di encama şerê 24 saetên li her du aliyan de 13 çete hatin kuştin. Hejmarek ji çeteyan birîndar bûn lê me bi hejmar bi temamî nas nekir. Tîmên endezyarên leşkerî 4 mayin û 2 rextên bombebarkirî bê bandor kirin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî tevgera çeteyan kir hedef. 2 şervanên me jî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Ev du roj e ku hejmara koçberan jî zêde dibe. Hêzên me gelek sivîl ji herêmên şer rizgar kirin û li kampa Îwa ya li gundê El-Behre bi cih kirin û hemû pêwîstiyên jiyanî ji wan re anîn."