ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî sala nû ya perwerdehiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî tu gav nayên avêtin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî perwerdehî û hîndekariya serdema sala 2018-2019'an daxuyaniya nivîskî weşandin. Hevserokan di daxuyaniyê de ji bo serdema nû ji hemû civata perwerdehiyê, xwendekar û kedkarên perwerdehiyê serkeftin xwestin Hevserokan, anî ziman ku di serdema nû de dîsa tevî gelek pirsgirêken esasî dest bi perwerdehiyê dikin. Hevserokan destnişan kir ku bi pergala îktidarê ya perwerdehiyê pirsgirêk kûrtir dibin û wiha got: "AKP’ê perwerde di destê xwe de kiriye wekî depreşê nivîsê. Xera dike û çêdike, xera dike û çêdike. Kiriye mîna holîka zarokan. AKP li gorî armancên xwe yên siyasal-ideolojik pergalê ava dike. Hem qalîteya perwerdehiye kêm dibe, hem pol dije dibin, hem jî perwerdehiyê tasfiye dikin. Bi taybetî xwendekarên jin dûrî perwerdehiyê dikin. Li cihê zarok lê bi cih dibin rastî tacîz û îstîsmarê tên. Tundiya li dijî mamoste û xwendekaran zêde dibe."
'JI BO PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ TU GAV NAYÊN AVÊTIN'
Hevserokan bal kişand ser zimanê perwerdehiyê jî û anîn ziman ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî tu gav nehatine avêtin û nayên avêtin. Hevserokan da zanîn ku di serî de kurd û hemû nasnameyên cuda yên Tirkiye ji zimanê zikmakî dûrin û perwerdehiya dûrî zimanê zikmakî dibînin. Hevserokan xwest her kes mil bidin hev û ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, demokratîk, bê pere û zanist têbikoşin.