STENBOL - 26 kesên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya karkerên Balafirgeha 3'emîn ên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Sendîkaya Înşaat Îş'ê û Dev Yapi Îş bi armanca binçavkirina karkerên Balafirgeha 3'emîn Stenbolê şermezar bikin û piştgiriyê bidin karkeran li Qada Khalkedon a Bakirkoyê çalakî pêk anîbûn. Polîsan bi guleyên plastik û gaza îsotê mûdaxileyê wan kiribû û 30 kes binçav kiribûn. Dinava kesên hatibûn binçavkirin de parêzer Oya Oznur, Wênekêşê AFP Bulent Kiliç û du zarok hetibûn berdan. 26 kesên li Midûriyeta Polîsan Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê dihatin girtin, îro anîn Eliya Anadolu ya Kartalê û dozger 26 kes serbest berdan.