STENBOL - Eskeran destûr nedan ku parlamenter û Serokê CHP'ê yên Stenbolê derbasî Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê bibin. CHP'îyên xwestin şert û mercên karkeran lêkolîn bikin û biçin balafirgehê rastî barîkata eskeran hatin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê CHP'ê û Wekilê CHP'ê yê Malatya Velî Agbaba û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û hin wekîlên CHP'ê xwestin biçin Balafirgeha 3'emîn û rewşa karkeran lêkolîn bikin. Lê wekîl û rêveberên CHP'ê di ketina balafirgehê de rastî barîkata eskeran hatin. Parlamenterê CHP'ê Agbaba li ser hesabê Tiwîterê diyar kir ku yên destûr dan derbasî odeya kozmik bibin, îro destûr nadin wekîl derbasî Balafirgeha 3'emîn bibin."