XARPÊT - Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejara 2 a Xarpêtê, ji ber ku çalakiya 3 rojan a greva birçîbûnê pêk anîn, kirin hucreyên yek kesî de.
Girtiyên li Girtîgehên Tirkiyeyê, bi armanca bi dawî kirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serbest berdan û dermankirina girtiyên nexweş, ji bo 3 rojan çalakiya greva bîrçîbûnê lidar xistin.
Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejara 2 a Xarpêtê, di 12’ê Îlonê de ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Li ser vê yekê, rayedarên girtîgehê destpêkê qawişa girtiyan guhert û dûre kirin hucreyên yek kesî de.