DÊREZOR - Hêzên QSD’ê, gehiştin bajaroka Hecîn a weke keleha dawî ya DAIŞ’ê ya li Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn. Bajaroka Hecîn pir hindik ma bê rizgarkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Hemleya Bagera Cizîrê de, dest bi operasyona bajaroka Hecîn a weke keleha DAIŞ’ê ya li Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn, destpêkiribûn di roja 7’emîn de berdewam dike. Hêzên QSD’ê yên di 11’ê Îlonê de ketin nava tevgerê, ji du aliyan ve dest bi operasyonê kirin. Di çarçoveyê operasyonê de, heya niha nêzî 10 kîlometre qad ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
SIVÎLAN DIBIN HERÊMÊN BI EWLE
Hêzên QSD’ê yên ji gundên Baxoz û Behre dest bi operayonê kirin, li gundê Sûsa dinavbera wan û DAIŞ’iyan de pevçûnên dijwar rû dan. Di pevçûnan de gelek DAIŞ’î mirin û bi sedan sivîl hatin rizgarkirin. Sivîlên hatin rizgarkirin, li kampên qadên bi ewle yên rojhilatê Hecîn hatin bicihkirin. Şervanên QSD’ê ewlekariya kampê digirin û ji bajarên Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê alîkarî ji bo kampê tên şandin.
BERDEVKÊ HEMLEYÊ: ME QONAX BI QONAX DAIŞ TUNE KIR
Berdevkê Hemleya Bagera Cizîrê ya di 9’ê Îlona 2017’an de hat destpêkirin Lîlwa Ebdullah, derbarê rewşa hemlê ya dawî de agahî dan û wiha axivî: “Me li dijî qadên di destên DAIŞ’ê de operasyonên mezin lidar xistin û em bi serkeftina vê yekê re pêş de diçin. Şervanên me li dijî DAIŞ’ê şerê man û nemanê dimeşînin û têkoşînekê bêeman bi reve dibin. Êdî me gelek gund, gom û qadên stratejîk azad kirine. Dinava operasyonek evqas mezin de, me bi sedan sîvîl rizgar kirin û dinava ewlekariyek mezin de em ew li kampan bi cih kirin. Gelek nemaye em dawî li terora bûyî belaya serê gelên Sûriyeyê bînin. Şervanên me niha li ber deriye Hecînê ne. Li vê qada herî girîng, em operasyona xwe ya dawî lidardixin. Emê welatiyên xwe yên herî dawî mayîn jî ji destên DAIŞ’ê rizgar bikin. Ewlekarî û parastina qadên em lêne, berdewam dikin. Li gorî rewşê dibe ku ev operasyon demek dirêj bidome. Me çawan qonax bi qonax hemû bajarên xwe rizgar kirin, em ê cih û warên van welatiyên xwe jî, wisan rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de, dibe ku em hin sûprîzan jî bikin.”
‘LI KU DERÊ GEF LI SER GELÊ ME YÊ SÛRIYEYÊ HEBIN, EM Ê LI WIR BIN’
Ebdullah, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ku derê dibe bila bibe, ger gef li ser gelên me yên Sûriyeyê hebin, em ê li wê derê bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê dem bi dem derbarê operasyonê de raya giştî agihdar bikin. Ji bo Hecîna azad hindik maye.”
GIRÎNGIYA HECÎNÊ
Hecîn li ser Çemê Firatê yê Dêrezoriyê û dinavbera hêzên QSD û rejîma Sûriyeyê deye. Herêm nêzî 35 kîlometre dirêje û 8 kîlometre jî berfirehe. Têkoşîna vê qadê ya hêzên QSD’ê heya Elbû Kemal diçe. Ev qad çawan ku ji DAIŞ’ê bê rizgarkirin, hebûna DAIŞ’ê ya li Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî dê bi dawî bibe.
MA / Nazim Daştan