'Belgeyên gihan bi mîlyonan mirov ne sûc in'

  • rojane
  • 09:14 23 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL - Rojaneger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak in kirin nûçe 10 mehin digirtîgehê de tên girtin. Hempişeyên rojnamegeran berî rûniştina dozê çalakiyên piştevaniyê li darxistin û diyar kirin ku belgeyên gihan destên bi mîlyanan kes ne sûc e.   

Gerînendeyê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi biryara KHK’ê  hat girtin Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat, bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku RedHackê serwîs kirîn, kirin nûçe hatibûn 10 mehin li Girtîgeha Sîlîvriyê tên girtin, dê cara yekemîn sibe derbikevin bêşberî dodgehê. 
 
Dê doz li 29’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. Berî dozê hempîşeyên rojnamegeran kampanyayên cûda yên piştevaniyê lidarxistin. Rojnameger Kumru Başer, Banu Guven û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat xwestin ku hevalên wan bên berdan.  
 
BAŞER: DARIZANDINA MIROVAN BÛYE JI RÊZÊ
 
Rojnameger Kumru Başer, diyar kir ku 10 mehin hevalên wan girtî û wiha axivî: “Ev yek pir bê êşe. Berî sûcê mirovan tespît bikin, ceza dikin. Ger ku ev kes beraet bikin, wê demê dê çibibe? Gelo dê karibin bedele vê yekê bidin. Mînak Mahîr Kanaat dê heta hetayê êşa vê yekê bikişîne. Girtiyên dem dirêj, li dijî ruhê hiqûqê ye. Lê li Tirkiyeyê di dadgeriyê de ev rewş bûye ji rêzê.”   
 
'LI WELATÊN BIYANÎ XELAT , LI WELATÊ ME GIRTIN’
 
Başer, anî ziman ku agahî û belgeyên hatin serwîs kirin bi mîlyonan mirov eleqedar dike û wiha got : “Hinek van agahiyan serwîs dikin, belgeyên bi mîlyonan mirov eleqedar dike dema mirov lê mêze dike destpêkê tiştekê îfade nake. Rojnameger jî yek bi yek, an jî bi komî van agahiyan dikin nûçe. Bê guman hikûmet û hêzên din dê ji vê yekê nerehet bibin. Dema em li welatên Îngîltere, Ewropa û DYA mêze dikin, gavên herî hişk li dijî kesên agahî serwîs kirin, diavêjin. Tenê dixwazin RedHackên ew agahî serwîs kirin bigirin. Lê li Tirkiyeyê rojnamegeran digirin. Rojnameyên Amerîkan Wastington Post û Îngîlîz Guardîan ji ber ku nûçeyên wiha nivîsadin, hêjayî xelatên rojnamegertiyê Pulîtzer a sala 2014’an hatin dîtin. Li Tirkiyeyê rojnamegerên heman karî dikin ev 10 mejin girtîne.”  
 
'DI HIQÛQ DE NEDIYARÎ NABE KU HEBE'
 
Başer, dest nîşan kir ku di hiqûqê de nediyarî nabe ku hebe û wiha bilêv kir: “Dozger tam ne got ‘veşariyên dewletê.’ Dixwazin ji bo rojnamegeran sûcdariyên cûda bidin nîşandan. Ji ber vê yekê piştevaniya ji bo rojnamegeran girîng e. Hêjmarek mezin a rojnamegeran niha li girtîgehan tên gritin û ji ber rojnamegertiya azad bi gefên mezin re rû bi rû ne.  Em li welatekê ku herî zêde rojnameger girtine dimînin. Ji ber vê yekê divê em mil bidin milê hev û xwedî hevalên xwe derbikevin. Li şûna  Omer, Mahîr  û Tunca dibe ku em bûna. Divê em hemû sibe beşdarî doza van hevalên xwe bibin û ji bo azadiya wan xwedî helwest bin. Em dixwazin dimildest hevalên me berdin, dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û beraeta wan bidin. Ji ber ku edalet û hiqûq vê yekê dixwaze.” 
 
POLAT: DIVÊ GEL ROJNAMEGERAN BI TENÊ NEHÊLIN
 
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî, diyar kir ku rojnameger li heberî desthilatdariyê bêparastinin û wiha axivî: “Bi vê dozê re ev yek hîn zêdetir derket holê. Piştî 304 rojan dê nû Tuncar, Omer û Mahîr derkevin pêşberî dadgehê. Denîz Yucel ê bi wan re hat girtin, hîna jî îdîanameya wî nehatiye amade kirin. Ev êrîşek mezine li ser rojnamegertiyê û mafê gel ê agahî girtinê. Em di pêvajoyek giran re derbas dibin. Encax bi piştevaniyê em karibin vê pêvajoya giran derbas bikin. Tenê rojnameger jî nikarin vê yekê bikin. Divê gel jî xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derbikeve û rojnamegerên her roj bedel didin bi tenê nehêlên.”    
 
GUVEN: DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD ÇAVTIRSANDI BIKIN
 
Rojnameger Banu Guven jî, diyar kir ku sedema girtina rojnamegeran diyare û wiha axivî: “Hemû kes dizaen Çelîk, Ogreten û Kanaat ki ber e-maîlên Wezîr Albayrak hatine girtin. Li vir du pirs hene. Yek jê di îdîanameyê de tê gotin ku ‘dibe ku veşariyên dewletê hebin.’ Madem ev veşariyên dewletêne, çima di maîlekê takekesî de tên nîqaşkirin. Diviya bû desthilatdar dinava xwe de ev nîqaş bikiran. Fatureya vê yekê dixwazin bi rojnamegeran bidin. A diduyan êdî rastî derketiye holê û hemû kes dikare xwe bigihîniyê. Îro jî li seer Wîkîlîksê hene. Ger li vir qedexebe jî, cîhan hemû dikare van nivîsan bi dest bixwe û nûçeyên  wan çêbike. Wê demê dê bi çi hempişeyên me sûcdar bikin? Dixwazin çapemeniya azad çavtirsandî bikin.”
 
MA / Yasîn Kobulan
 

Sernavên din

24/10/2017
14:31 Rojnameger Omer Çelîk parastinê dike: Dadger, îşkenceyê derbas bike
14:14 Kemalbay: Tecrîd şer geş dike
13:51 Dozger bi girtekê sendîkavan hedef da nîşan!
13:36 Girtiya tahliye bû îşkenceya li girtîgehê vegot
13:23 ÎHD: Dixwazin bi OHAL'ê muxalefetê bêdeng bikin
13:15 Ji bo Kurdistana Federe pêşniyara hikûmeta demî kirin
13:13 Di pevçûna li Mêrdînê de 2 leşker birîndar bûn
12:55 12 taxên Mêrdînê hatin qedexekirin
12:41 Bayar 3 meh piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da
12:40 Girtiyê nexweş Babaoglu cara duyemîn emelyat bû
12:07 Rojnameger: Bi lez hevalên me berdin
11:56 Pulat û pitika wê ji ber îhmalê jiyana xwe ji dest dan
11:31 Dayikên aştiyê: Aştî girêdayî Ocalan e
11:20 Gelê Wanê: Hûn bi kuve biçin çareserî li Îmraliyê ye
11:19 Hevrêyên Korkmaz Tedîk li ser navê wî pirtûkxane vekirin
11:11 Rojeva Şengalê xweserî ye: Yên me qebûl bikin, em ê jî wan qebûl bikin
10:59 Bombe bi maşîna polîsan de teqiya: 2 polîs birîndar bûn
10:51 Arslan: Dest ji polîtîkayên dijberî û sorkirina gelan berdin
10:50 Jinên êzidî li nav dilê DAIŞ’ê al çikandin
10:15 Berdevkê SKM'ê Vayiç hat girtin
10:14 Hat îxrackirin dikana etariyê vekir
10:13 Baskê Ciwanên AKP’ê Şaredariya Mêrdînê birêve dibe
09:45 Li Farqînê jiyana gundan qedexeyê nas nake
09:33 Serokê Giştî yê Dev Maden-Sen’ê: Meseleya ‘qaçaxê’ çîrok e
09:32 'Em ji her demê bêtir xwedî li Birêz Ocalan derkevin’
09:31 ‘Em li dijî talanê serî rakin’
09:31 Parêzer Dogan: Dawî li silsileya cinayetên huqûqî bînin
09:30 Karkerên DHL Expressê: Em ê li ber xwe bidin
09:28 Walî qada SÎT'ê pêşkêşî Holdîngê kir
09:27 'Ger xweza hebe jiyan jî heye'
09:26 OHAL û şer turîzmê jî ser û bin kir
09:24 Li Amanosan cureyên nebatan tên tunekirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2017'AN
23/10/2017
21:19 Li Aydinê tevî hevserokê HDP’î 5 kes hatin girtin
20:30 Gokçek daxuyand: Ez ê îstifa bikim
18:39 ‘Ji bo azadiya Ocalan em ê hîn bêtir bitêkoşin’
17:39 Kerestecîoglu: Erdogan dest bi taktîkên nû dike
17:26 'Heta CPT bi Ocalan re hevdîtin bikin çalakiyên me dê bidomin'
17:05 Serokwezîrê Iraqê Ebadî diçe Enqereyê
17:04 Şaredarê Bursayê Altepe îstîfa kir
16:00 DAIŞ'ê li Humusê 128 sivîl qetil kirin
14:59 349 rojin li vê kolanê çalakî heye
14:43 Karker nobeda karê, qût û edaletê dewam dikin
14:37 ‘Sîsê Bîngol û Havva Ozcan serbest berdin’
14:23 16 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
14:19 Nûnerên Kurdan ji Strasbourgê bang kirin: Bila bi lezgîn CPT biçe Îmraliyê
13:38 Nûçegîhanên Jinnewsê Eren û Erol hatin berdan
13:37 DBP’ê ji bo Ocalan heta 19'ê Mijdarê biryara çalakiyan girt
12:54 Siyasetmedarên jin têkildarî Ocalan ji hikûmetê re name şandin
12:44 Rêveberê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan
12:20 Naçe bazarê diçe dibistanê
12:02 Li Farqînê pevçûn
12:01 2 cerdevan mirî hatin dîtin
11:41 3 rojnamegerên girtî dê sibê derkevin dadgehê
11:40 'Heger Şaredariyên AKP'î bawer dikin pak in divê îstîfa nekin'
11:16 16 kesên binçavkirin dê derxin edliyê
11:11 Hevseroka MSD’ê: Êdî Reqa ji geşedanên nû re amade ye
11:09 Di konteynirên bê ceyran de dijîn
11:07 Li Amedê çawişê pispor rastî êrîşa çekdarî hat
11:06 Fatma Ocalan: Em bi fikarin dixwazin agahî bigirin
10:51 RES'a Mordoganê cara duyemîn hat betalkirin
10:29 Polisên Felek kuştin: Çima zarokên we derdikevin kolanê?
10:18 Kalê 79 salî ji kuştina Bahtiyar Aydin 21 salin girtî tê darizandin
10:17 YJŞ’iyên vegeriyan Şengalê bi coş hatin pêşwazîkirin
09:16 Dayikên Aştiyê: Li Îmraliyê çi vedişêrin?
09:14 'Belgeyên gihan bi mîlyonan mirov ne sûc in'
09:14 ‘Êdî hêza gel a zeytûnan bistîne tune'
09:12 Ji bo 70 tl 12 saetan dixebitin'
09:11 Nebûn arkeolog çiftlîka dewaran ava kirin
09:10 Ji ber êrîşa zayendî hêj bi ser xwe de nehatiye
09:09 'Em tu car têr nebûn ku em birçî bibin'
09:08 HDK: Bi Ocalan re gelê Tirkiye jî di bin tecridê de ye
09:00 ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2017'AN
22/10/2017
19:58 Ataş: Heta tecrida li ser Ocalan rabe çalakiyên me dê bidomin
17:05 'Bibore ferman ji jor de hat'
16:24 Ciwanên Ereb azadiya Ocalan xwestin
16:16 Onder Kulturxaneya akademîsyenan ziyaret kir
15:59 Kemalbay: Heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê dê kaos derkeve
15:45 Polîsan di çalakiya Kadikoy de 16 kes binçav kirin
15:11 Çalakiya girtiyan di roja 2'emîn de didome
15:09 Buldan: Em li benda agahiya Wezîrê Edaletê ne
14:57 Onder: Ocalan tekane rêberê ronahiya azadiyê ye
14:25 Li Yukselê êrîş: 5 kes hatin binçavkirin
14:06 Karker: Em dê bi berhxwedanê bi ser bikevin
13:54 'Tecrîd îşkence û sûcê mirovahiyê ye'
12:57 Cenazeyê Salîh Sanri ji Muglayê şandin Şirnexê
11:50 QSD'ê herêma herî mezin a petrolê bi dest xist
11:49 Jin: Em dê li diyariya Reqqa xwedî derekvin
11:17 Haya Serfermandariya Giştî ji lêpirsîna Bahtiyar Aydin tune!
11:01 Piştî Kerkûkê çav berdan deriyên sînor
10:38 Karkerê madenê Siddik Kabak jiyana xwe ji dest da
09:56 Walî li 6 gundên Şemzînanê qedexe îlan kir
09:37 Sûlava Dudenê mêvanên xwe sermest dike
09:36 Qeyûm av neda: 15 hezar dar hişk bûn!
09:36 Qirêjiya li derdora Gola Sixkê jiyana giyaneweran tehdît dike
09:34 Di bin navê ‘veguherandina bajêr’ de veguherandin ‘qada rantê’!
09:33 Hîndekar Akdenîz: Divê dadgeh daxwaza Albayrak red bike
09:33 Ev cih warê piştevaniyê ye
09:30 Kemalbay: Şer û kuştin girêdayî tecrîdê ye
09:29 Girtî li erdê û mutbexê radizên