'Belgeyên gihan bi mîlyonan mirov ne sûc in' 2017-10-23 09:14:48 STENBOL - Rojaneger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak in kirin nûçe 10 mehin digirtîgehê de tên girtin. Hempişeyên rojnamegeran berî rûniştina dozê çalakiyên piştevaniyê li darxistin û diyar kirin ku belgeyên gihan destên bi mîlyanan kes ne sûc e.    Gerînendeyê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi biryara KHK’ê  hat girtin Omer Çelîk, edîtorê berê yê Dîkenê Tunca Ogreten û xebatkarê Rojnameya BirGunê Mahîr Kanaat, bi îdîaya e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku RedHackê serwîs kirîn, kirin nûçe hatibûn 10 mehin li Girtîgeha Sîlîvriyê tên girtin, dê cara yekemîn sibe derbikevin bêşberî dodgehê.    Dê doz li 29’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. Berî dozê hempîşeyên rojnamegeran kampanyayên cûda yên piştevaniyê lidarxistin. Rojnameger Kumru Başer, Banu Guven û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat xwestin ku hevalên wan bên berdan.     BAŞER: DARIZANDINA MIROVAN BÛYE JI RÊZÊ   Rojnameger Kumru Başer, diyar kir ku 10 mehin hevalên wan girtî û wiha axivî: “Ev yek pir bê êşe. Berî sûcê mirovan tespît bikin, ceza dikin. Ger ku ev kes beraet bikin, wê demê dê çibibe? Gelo dê karibin bedele vê yekê bidin. Mînak Mahîr Kanaat dê heta hetayê êşa vê yekê bikişîne. Girtiyên dem dirêj, li dijî ruhê hiqûqê ye. Lê li Tirkiyeyê di dadgeriyê de ev rewş bûye ji rêzê.”      'LI WELATÊN BIYANÎ XELAT , LI WELATÊ ME GIRTIN’   Başer, anî ziman ku agahî û belgeyên hatin serwîs kirin bi mîlyonan mirov eleqedar dike û wiha got : “Hinek van agahiyan serwîs dikin, belgeyên bi mîlyonan mirov eleqedar dike dema mirov lê mêze dike destpêkê tiştekê îfade nake. Rojnameger jî yek bi yek, an jî bi komî van agahiyan dikin nûçe. Bê guman hikûmet û hêzên din dê ji vê yekê nerehet bibin. Dema em li welatên Îngîltere, Ewropa û DYA mêze dikin, gavên herî hişk li dijî kesên agahî serwîs kirin, diavêjin. Tenê dixwazin RedHackên ew agahî serwîs kirin bigirin. Lê li Tirkiyeyê rojnamegeran digirin. Rojnameyên Amerîkan Wastington Post û Îngîlîz Guardîan ji ber ku nûçeyên wiha nivîsadin, hêjayî xelatên rojnamegertiyê Pulîtzer a sala 2014’an hatin dîtin. Li Tirkiyeyê rojnamegerên heman karî dikin ev 10 mejin girtîne.”     'DI HIQÛQ DE NEDIYARÎ NABE KU HEBE'   Başer, dest nîşan kir ku di hiqûqê de nediyarî nabe ku hebe û wiha bilêv kir: “Dozger tam ne got ‘veşariyên dewletê.’ Dixwazin ji bo rojnamegeran sûcdariyên cûda bidin nîşandan. Ji ber vê yekê piştevaniya ji bo rojnamegeran girîng e. Hêjmarek mezin a rojnamegeran niha li girtîgehan tên gritin û ji ber rojnamegertiya azad bi gefên mezin re rû bi rû ne.  Em li welatekê ku herî zêde rojnameger girtine dimînin. Ji ber vê yekê divê em mil bidin milê hev û xwedî hevalên xwe derbikevin. Li şûna  Omer, Mahîr  û Tunca dibe ku em bûna. Divê em hemû sibe beşdarî doza van hevalên xwe bibin û ji bo azadiya wan xwedî helwest bin. Em dixwazin dimildest hevalên me berdin, dawî li vê bêhiqûqiyê bînin û beraeta wan bidin. Ji ber ku edalet û hiqûq vê yekê dixwaze.”    POLAT: DIVÊ GEL ROJNAMEGERAN BI TENÊ NEHÊLIN   Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî, diyar kir ku rojnameger li heberî desthilatdariyê bêparastinin û wiha axivî: “Bi vê dozê re ev yek hîn zêdetir derket holê. Piştî 304 rojan dê nû Tuncar, Omer û Mahîr derkevin pêşberî dadgehê. Denîz Yucel ê bi wan re hat girtin, hîna jî îdîanameya wî nehatiye amade kirin. Ev êrîşek mezine li ser rojnamegertiyê û mafê gel ê agahî girtinê. Em di pêvajoyek giran re derbas dibin. Encax bi piştevaniyê em karibin vê pêvajoya giran derbas bikin. Tenê rojnameger jî nikarin vê yekê bikin. Divê gel jî xwedî li mafê xwe yê agahî girtinê derbikeve û rojnamegerên her roj bedel didin bi tenê nehêlên.”       GUVEN: DIXWAZIN ÇAPEMENIYA AZAD ÇAVTIRSANDI BIKIN   Rojnameger Banu Guven jî, diyar kir ku sedema girtina rojnamegeran diyare û wiha axivî: “Hemû kes dizaen Çelîk, Ogreten û Kanaat ki ber e-maîlên Wezîr Albayrak hatine girtin. Li vir du pirs hene. Yek jê di îdîanameyê de tê gotin ku ‘dibe ku veşariyên dewletê hebin.’ Madem ev veşariyên dewletêne, çima di maîlekê takekesî de tên nîqaşkirin. Diviya bû desthilatdar dinava xwe de ev nîqaş bikiran. Fatureya vê yekê dixwazin bi rojnamegeran bidin. A diduyan êdî rastî derketiye holê û hemû kes dikare xwe bigihîniyê. Îro jî li seer Wîkîlîksê hene. Ger li vir qedexebe jî, cîhan hemû dikare van nivîsan bi dest bixwe û nûçeyên  wan çêbike. Wê demê dê bi çi hempişeyên me sûcdar bikin? Dixwazin çapemeniya azad çavtirsandî bikin.”   MA / Yasîn Kobulan