NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Rojnameger Metîn Dûran ê ku ji sedî 93 felç e û girtî ye, ji bo serbest bê berdan li ser hesabê twîterê kampanya Hashtage tê destpêkirin.
Komek şopînerê medya civakî ji bo xebatkarê Radyo Rengîn Metîn Dûran ê ji sedî 93 felç bûye û tevî felce girti ye kampanya hashtage didin destpêkirin. Kampanya dê li ser hesabê twîtterê bi saeta Ewroa saet di 19:00’de bi has ta ga #MetinDuranaOzgurluk #JiMetinDuranReAzadi dest pê dikin. Rojnameger Metin Duran, li Qosera Mêrdînê di Radyo Rengîn a bi KHK'ê hat girtin de dixebitî û beriya bê girtin ji ber krîza dil derbas kiribû felç bû. Piştre ji ber dozek der barê wî de hatibû vekirin di 30'ê Adarê de hatibû girtin. Metîn Dûran 5 meh û 15 roj tevî halê felç girtî ye.