ANTALYA - Li Navçeya Serikê ya Antalyayê di qanala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin.
Li Navçeya Serîkê ya Antalyayê, welatiyekî ku bi rêve diçû di qanala avê de cenazeyê jinekê dît. Welatiyê ku cenaze dît agahî da yekîneyên tenduristiyê û polîsan. Yekineyên tenduristiyê piştî çûn cihê bûyerê cenaze derxistin û birin Saziya Tipa Edlî. Polîsan jî diyar kir ku jina jiyana xwe ji dest daye Zehra İmişler e. Cenaze ji bo rapora otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.