STENBOL - Sendîkaya Karkerên Înşaetê, diyar kir ku patronên ÎGA, îşkence li karkerên Balafirgeha 3'emîn ên tev li çalakiyê bûne kirine. Sendîkayê da zanîn ku helwesta ÎGA, nîşan dide ku patron çawa bûne hêza paramiliter.
Sendîkaya Karkerên Înşaetê, têkildarî binçavkirina karkeran û tundiya patronên ÎGA ya li dijî karkeran daxuyaniya nivîskî weşand. Sendîkayê da zanîn ku dema karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê hatin binçavkirin rastî lêdan û îşkenceya patronan hatine. Sendîkayê bang li rêveberên ÎGA kir û wiha got: "Bi sedan karkerên înşaetê yên balafirgehê bi otobusên şîrketan birin kampên binçavkirinê yên ku kirine navendên komkirinê. Patronên ÎGA li kampa karkeran li hevalên me yên hatin binçavkirin îşkence kirine. Bi awayekî hov û har êrîşî hevalên me kirine. Ev hewlesta patronên ÎGA nîşan dide ku çawa bûye hêza paramiliter. Nîşan dide ku bi Dewleta AKP’î çawa di nava têkileyek organîk dene. Em dibêjin ÎGA'ê karker bi rêxistin kirine. Ji ber ku we heqê wan xwar û di şertên xerab de dan xebitandin. Ji ber vê yekê em dibêjin faîl hûn in. Em dibêjin hesabê vê yekê jî hûn dê bidin."