NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku nûçeyên têkildarî dê YPG beşdarî operasyona Idlibê bibe ne rastin û bê bingehin.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, derbarê îdîayên dê hêzên YPG û YPJ’ê beşdarî operasyona Idlibê bibin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Mehmûd, diyar kir ku îdîa û nûçeyên wiha ne rastin.
Mehmûd, anî ziman ku bi zêdebûna îhtîmala operasyonek leşkerî ya li ser Idlib re, hin saziyên çapemeniyê nûçeyên dê hêzên wan beşdarî operasyonê bibin serwîs dikin. Mehmûd tekez kir ku îdîayên bi vî awayî bi armanca spekulasyonê ev nûçeyên bê bingeh tên belavkirin û dûrî rastiyê ne.
Mehmûd, di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Em ji raya giştî re tekez dikin hêzên me li dijî rêxistina terorê (DAIŞ) di nava şerek giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê di Bakûrê Sûriyê de tune bikin. Em di serî de li dijî Artêşa Tirk ku li Efrînê hebûna xwe meşru nîşan dide û rêxistina terorî DAIŞ’ê ku alîkarî ji dewleta Tirk digire, şerekî meşrû û mafdar dimeşîn in. Lê em tekez dikin ku tu hêzên me li Idlibê nînin û dê beşdarî operasyona Idlibê jî nebin.”