STENBOL - Ji 31 kesên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya karkerên Balafirgeha 3'emîn li Kadikoyê çalakî lidarxistin û hatin binçavkirin 2 jê hatin berdan.
Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan, Sendîkaya Înşaat Îş'ê û Dev Yapi Îş bi armanca binçavkirina 600 karkerên Balafirgeha 3'emîn Stenbolê şermezar bike û piştgiriyê bidin karkeran duh bi şev xwestin li Qada Khalkedon a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan bi guleyên plastik û gaza îsotê mûdaxileyê girseyê kir û 31 kes binçavkirin. Dinava kesên hatin binçavkirin de parêzer Oya Oznur û Wênekêşê AFP Bulent Kiliç jî hebûn.
Oznur û Kiliç piştî lêpirsîna wan a li qereqolê hatin berdan û 29 kesên din jî hîna li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê tên girtin.