STENBOL - Çalakiya nobetê ya şêniyên Fîktîtepe ya Stenbolê ku 98 rojin li dijî projeya veguhestina bajarvaniyê berdewam dikin. Welatiyan bertek nîşanî projeyê dan û diyar kirin ku ger hewce bike dê li dijî veguhestina bajarvaniyê têkevin greva birçîbûnê. Welatiyên ku di konan de nobetê digirin diyar kirin ku hewa sar dibe û şertê jiyana wan dijwartir dibe. Welatiyan anîn ziman ku ew dest ji çalakiya xwe bernadin û hewce bike dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.
Li Semta Fikirtepe ya Navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji 2011'an heta niha di çarçoveya projeya veguhestina bajarvaniyê de xaniyên welatiyan tên xerakirin û li şûna wan balaxaneyan ava dikin. Şeniyên semta Fiktirepe bertek nîşanî projeyê dan û diyar kirin ku ger ev proje betal nebe û xerakirina xaniyen wan bidome hewce be dê têkevin greva birçîbûnê. Li taxa Dumlupınar a Semta Fiktirepe di çarçoveya projeyê de ji sala 2016'an heta niha xanî tên xerakirin.
Welatiyên ku li hemberî Taahhutê xaniyê xwe teslîmî projeyê kirin û li gel dîroka teslîmiyeta xaniyê wan derbas bûye jî hêj xaniyê xwe dewir negirtine li qada înşaetê kon vedan û dest bi çalakiyê kirine. Şêniyên taxê 98 rojin çalakiyê pêk tînin.
Şeniyên taxê û xwediyê Şîrketa Selîmoglu ya Pana Yapi ya girêdayî "Projeya Brooklyn Dream" di mijdar û Kanûna 2016'an de li hev kirin. Li gorî peymanê diviya bû şîrketê xaniyên welatiyên taxe di Hezîrana 2018'an de teslîmî welatiyan kiribûya. Li gorî peymanê heta xanî teslîmî malbatan kiribûna jî diviya bû kîraya welatiyan bidaya. Lê li gorî peyman û taahudê li gel dîroka teslîmiyetê derbas bû jî hêj xani teslîmî malbatan nekirine. Pana Yapi ku Taahhut da welatiyan, li şûna 2 salan kîraya xaniyan bidin, tenê salekê kîraya xaniyan dan û piştre kîraya xaniyan nedan. Derket holê ku şîrketê di pêvajoya projeyê de gelek avahiyên ku temam kirin jî firotin. Şêniyên taxê ku ji ber peyman hatiye îhlalkirin û mafê wan hatiye xwarin, ji bo mafê xwe bistînin 98 rojin kon vedane û çalakiyan pêk tînin. Welatî bi şev û roj di konan de nobetê digirin û bi biryarin ku heta mafê xwe bistînin çalakiya xwe berdewam bikin.
Nûnerê welîlê xwediyên Erseyan Engin Akguzel, diyar kir ku li dijî îhlalê 98 rojin di konan de çalakiyê pêk tînin û heta mafê xwe bistînin dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Akguzel, "Rayedarên wezaretê dibêjin 'Ma me got îmze bavêjin peymanê' û me bi tenê dihêlin. Me wê demê hişyar kir û me xwest wezaret mudaxîlî meseleyê bibe. Lê wê demê wezaret li şûna bibe mudaxîl û li dijî vê yekê derkeve, bi zagonan rê li wêş van şîrketan vekir. Em dê heta dawî li mafê xwe bigerin. Hemû malbat zar û zicê wan hene. Hemû xwedî mal û zarok in. Divê cihê lê bijîn hebe. Hemû li vir mexdûr bûne û mafê wan hatiye xwarin. Bere taxa Fiktîtepe taxek gelek xweş bû.
Wezaretê destûr neda şîrketan û projeyê em neçarî ku îmze bavêjin peymanê nediman. Em berê ne zengîn û ne jî feqîr bûn. Lê niha em bûne mohtacê der û dorê. Em nikarin kîrayên xwe bidin. Şêniyên taxê piştî ev peyman îmze kirin û heta niha 22 mirov mirin. Bawer dikim ku heta van avahiyan teslîmî me bikin dê gelek welatiyên din jî wefat bikin."
Şêniya taxê Zeynep Duzgunoglu jî bertek nîşanî rayedaran da û wiha got: "Berê rewşa me gelek baş bû. Lê em niha bûne mohtac. Berê xaniyê min hebû û ez aram bûm. Lê niha xaniyê min ji destê min girtin. Min karê tersî û atolyeyan kir û min xanî ji xwe re ava kir. Lê xaniyê min ji min stendin. Ez 45 salan li wî xanî mam. Ez ji Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Recai Şaşmaz re dibêjim. Ger ku xaniyê dayika wî bi ser serê wê de xera kiribûna, ew dê çi bifikiriya Bila ew mirov hinekî li rewşa me bifikirin. Demsala zivistanî nêzîk dibe. Em dê zivistanî çawa bijîn. Em dê di her şert û mercan de li ber xwe bidin. Em xaniyên xwe dixwazin."
Şêniya taxê Durdane Uluocak jî anî ziman ku ew 37 salan xebitîn û xanî ava kirin û wiha got: "Piştî vê projeyê xaniyê me ji destê me girtin. Niha em li derve dijîn. Em perîşan bûne. Em nikarin fatoreya av û ceyranê bidin. Pereyê me yê heyî jî em didin kîraya xaniyan. Niha zivistan li pêş me ye. Em dê çawa bijîn? Ma qet wîcdanê wan tune ye? Em tu carî heqê xwe li wan helal nakin. Emê têbikoşin."
MA / Servet Karaduman