EDENE - Parêzerê doza facîaya yurda xwendekaran a Aladagê Omer Çelik, têkildarî berdana bersûcên facîayê û wiha got: "Pêdivî ji dadger û huqûqnasên ku li dijî zext û tundiya tu sazî û rêxistinan serî netewîne û xwedî wîcdan heye."
Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, di wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê de şewetê rû da, 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûbûn. Midûrê yurdê jî di navde der barê 14 bersûcan de doz hatibû vekirin û heta 15 salan ceza ji wan dihat xwestin. Di 7'ê Îlonê de doz li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê hat dîtin. Di danişînê de bersûcên girtî Midurê Yurda Zarokan Cuma Ali Genç û Serokê Komeleya alîkariya Xwendekarên Dibistan û Kursa Aladagê Îsmail Ugur ku girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.
Danişîna doza der barê Qeymeqamê Aladagê yê berê Ahmet Ziya Filizer de jî di 13'ê Îlonê de hat dîtin. Parêzerên dosyayê xwestin doza qeymeqam û bersûcên din bikin yek. Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza dozger, daxwaza parêzeran red kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dosyayê bişîne 3'emîn Daireya Ceza ya Dadgeha Herêmê ya Edeneyê. 3'emîn Daîreya Ceza dê biryar bide ku doz li kijan dadgehê bide.
Parêzerê dosyaya Aladagê û Endamê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Omer Çelîk, bal kişand ser helwesda dadgehê ya li hemberî daxwaza wan û wiha got: "Berî her tiştî berdana 2 bersûcên li Dadgehê nîşan dide ku bandora kê li ser vê dozê çiqas zêde ye. Di vê doza Aladagê de nîşan dide ku çiqas li dijî mafê ku Qanûna Bingehîn daye ye. Kesên muktedir zêde mafan îhlal dike. Ev nîşan dide ku ev hêsên muktedîr dê ji niha û şûnde jî Qanûna Bingehîn îhlal bike. Di Qanûna Bingehîn de dibêje; Komara Tirkiye dewleta laîk, demokratik û hiqûqê ye. Lê di doza Aladagê de em ve yekê nabînin. Em dibînin ku mafê welatî çawa tê binpêkirin. Ev facîaya pêk hat encama perwerdehiya li dijî şaristanî û serdemê ye. Encama dozê nîşanî me dide ku çiwa cînayetên civakî ew qas zêde ne."
Çelik, destnîşan kir ku encama vê dozê nîşan dide ku kesên muktedîr li ser civakê cinayetên civaki hêj mubah û rewa dibîne û wiha got: "Keşif li cihê bûyerê nayê kirin. Dozger hêj lêpirsîn bi dawî nebû xerakirina avahiyê guncav dît. Doza aladagê ji merselekey siyasi wêdetir vîzyona siyasî ye. Encama pergala perwerdehiya şaş e. Heyeta Zanayan a Zanîngeha Teknikê ya Stenbolê (İTÜ) rapor amade kir. Li şûna nakokiyên nava dozyarê lezal bike, bêtir şolî û nediyar kir. Piştî daxwaza bila dozya bibin yek hat redkirin nîşan dide ku tu dadger naxwaze li doza faciaya Aladage binerin. Ev nîşan dide ku tu dadger nikarin bi wîcdanê xwe biryar bidin. Ji ber vê yekê di doza faciaya Aladagê de pêdivî bi dadgerên xwedî wîcdan heye. Her dem ser cînayetên civakî bi perdeyan digirin. Wekî doza Soma me dît niha em heman tiştî li Aladagê jî dibînin. Divê em êdî li gundê dehemîn li heqîqetê negerin."
MA / Hamdullah Kesen