MÊRDÎN - Li Dêrikê 10 kesên ku 27 meh in girtî ne û der barê wan de îdianame nehatiye amadekirin, ji ber der barê dosyeya wan de biryara nepeniyê hatiye dayîn nayê zanîn ka bi çi tên tawanbarkirin.
Li Dêrika Mêrdînê de 24'ê Hezîrana 2016'an de, di avêtina ser malan de Ecevit Gokalp, Omer Ersu, Murat Aksin, Mehmet Emin İzci, Cafer Elikli, Mehmet Salih Eliş, Nurullah Eliş, Mahsum Şen, Sinan Karabuk, Mahmut İnan, Gurbet Çiçek, Ömer Erol û Mehmet Ayaz hatin binçavkirin.
Piştî her 13 kes çar rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê di bin çavan de man, li dadgehê bi "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin û hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
DOZGER HAT ÎXRACKIRIN
Dozgerê ku ji her 13 kesan re gotibû "li xwe mikur bên, an jê ez ê we hemûyan bişînim girtîgehê" di çarçoveya lêpirsîna Cemaeta Gulenê de hat girtin û paşê hat îxrackirin.
BIRYARA NEPEN
Welatiyên ku der barê dosyeya wan de biryara nepeniyê heye û 2 sal û 3 meh in girtî ne, nayê zanîn ku ka bi çi tên tawanbarkirin. Serdozgeriya Komarê ya Dêrikê, piştî salek di ser lêpirsînê re derbas bû ji bo amadekarina îdianameyê dosye ji Serdozgeeriya Komarê ya Mêrdînê re şand. Lê belê heta niha ji parêzeran re nehatiye gotin dê dosye kengî bê amadekirin. Piştî îtirazkirina parêzeran ji kesên girtî Gurbet Çiçek, Omer Erol û Mehmet Ayaz piştî 25 mehan hatin berdan.
Zuleyha Aksîn, hevjîna Mûrat Aksîn(41), diyar kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin ew bi zorê debara xwe dikin. Aksîn, anî ziman ku 6 zarokên wê hene û yê herî mezin 16 salî ye û bi zorê debara xwe dike. Aksîn, destnîşan kir ku bi girtina hevjînê wê re ew mexdûr bûne.