* Sewalkarên li Wanê ji ber krîza aborî êdî nikarin êm û kapekê ji heywanên xwe re bikirin. Her wiha sewalkaran anî ziman ku ji ber pere bi kesî re nemaye, kes heywanan jî nakire.
* Parêzerê doza facîaya yurda xwendekaran a Aladagê Omer Çelik, têkildarî berdana bersûcên facîayê û wiha got: "Pêdivî ji dadger û huqûqnasên ku li dijî zext û tundiya tu sazî û rêxistinan serî netewîne û xwedî wîcdan heye."
* Parlementerê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglû, ji bo welatî pirsgirêkên xwe ragihînin pergaleke serlêdanê ya onlîneyî ava kir. Gergerlîoglû, anî ziman ku di du mehan de 372 kesan serî lê daye û wî ji vana 74 binpêkirinên mafan berpêşî komîsyonê kiriye û 52 pêşniyazpirs berpêşî Meclîsê kirine.
* Derket holê ku M.D.'yç ku tam salekê bi awayekî sîstematîk O.S.'yê di warê zayendî de îstismar kiriye, nehatiye girtin û der barê wî de biryara parastinê hatiye dayîn. Bav Suleyman S., bilêv kir ku biryara parastina M.D. ne biryareke adil e û got: "Me ji mecbûrî keça xwe da dewletê."
* Li Dêrikê 10 kesên ku 27 meh in girtî ne û der barê wan de îdianame nehatiye amadekirin, ji ber der barê dosyeya wan de biryara nepeniyê hatiye dayîn nayê zanîn ka bi çi tên tawanbarkirin.
* Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê derî qanûnê ye û got: "Kesên ji bo mafên mirovan têdikoşin çavşikestî nabin, têkoşîna xwe bilindtir dikin."
* Li Semsûrê, milê Çemê Kolikê, Robarê Cendereyê hindik maye ziwa bibe. Robar ji ber projeyên li herêmê tên çêkirin, li ber ziwabûnê ye.
* Binçavkirina 600 karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê dê ê şopandin.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdalê ya li Ataşehîre ziyaret bike. (19.00)