STENBOL - Duh 17 parêzerên endamên HHB û ÇHD'ê ku serbest hatin berdan, li ser îtîraza dozger îro 2 parêzer hatin binçavkirin.
Duh 17’ê girtî 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin û Buroya Hiqûqî ya Gel (HHB), piştî li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoya Stenbolê 5 rojan hatin darizandin serbest hatin berdan. Parêzer piştî biryara berdane ji Girtîgeha Bakirkoyê û Girtîgeha Sîlîvrî hatin berdan. Lê ji 17 parêzerên hatin berdan piştî rojek wan neqediya disa li ser itîraza dozger 2 parêzer hatin binçavkirin. Dozgerê Stenbolê li 37'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îtiraz kir û li ser itirazê Parêzer Aytaç Unsal û Aycan Çiçek, hatin binçavkirin.