NAVENDA NÛÇEYAN - Maşîneya zirxî ya leşkerî li navçeya Tuşba ya Wanê li wesayîteke sivîlan qeliband. Piştî nîqaş di navber gel û leşkeran de polîs hatin cihê bûyerê ajokarê wesayîtê binçav kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li nêzî ronahiya pîşesaziyê ya li navçeya Tuşba ya Wanê maşîneya zirxî ya leşkerî li wesayîtekê sivîlan qeliband. Wesayîta zirxî wesayîta sivîlan li pey xwe kaş kir. Hat diyar kirin ku di qezayê de tiştek bi kesekê nehat. Piştî qezayê di navbera leşker û gel de nîqaş derket. Piştî nîqaşê, polîsên hatin cihê bûyerê, polîsan ajokarê wesayîta sivîl binçav kirin û birin qereqolê. Ajokarê maşineya zirxî ya leşkerî parast ku wesayîta sivîl nedîtiye. Piştî qezayê polîsan cihê bûyerê dorpêç kirin.