ÊLIH - Li Êlihê, Xizmên windakiriyan ên çalakiya wan a li Cadeya Gulistanê hat qedexekirin, di çalakiya hefteya 407’an de li avahiya ÎHD’ê kom bûn û aqûbeta windakiriyên xwe pirsîn.
Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê yên Êlihê, piştî çalakiya wan a li Cadeya Gulistanê hat qedexekirin, çalakiya xwe ya hefteya 407’emîn a “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê lidarxistin. Xizmên windakiriyan û aktîfîstên mafê mirovan, pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin.
Ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ji hefteyekê zêdetire bêhiqûqî, qedexe kirin, binçavkirin û tundiya li dijî Dayîkên Şemiyê di rojevê deye. Li hemberî bêhiqûqiyên li dijî Dayîkên Şemiyê û Xizmên windakiriyan em bi bertekin. Emê tu carî dest ji têkoşîna xizmên windakiriyan bernedin. Emê êrîşên li dijî Dayîkên Şemiyê, di windan û aqlê civakê de mehkûm bikin. Biryara qedexekirin, li dijî qanûnên Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropa û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropaye. Ev biryar dê her rojê bê mehkûmkirin.”
Tanguner, da zanîn ku ewê weke parazvanên mafê mirovan tim bibin deng û bêhna Dayîkên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan.
Piştî daxuyaniyê, xizmên windakiriya çalakiya rûniştinê pêk anîn.