STENBOL - Sendîkaya Înşaat Îş'ê û Dev Yapi Îş bi armanca binçavkirina 400 karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê şermezar bike û piştgiriyê bidin karkeran dê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Sendîkaya Înşaat Îş'ê û Dev Yapi Îş bi armanca binçavkirina 400 karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê şermezar bike û piştgiriyê bidin karkeran dê îro saet di 19.00'an de li Qada Khalkedon a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Nûnerên sendîkayan, ji bo li hevalên xwe yên hatin binçavkirin xwedî derkevin û helwesta rayedaran şermezar bikin bang li hemû karker û sendîkayan kirin ku bi hevre di nava piştevaniyê de bin û êvarî li qadê tev li daxuyaniya wan bibin. Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku dem dema piştevaniyê ye û ew ne kole ne. Nûneran anîn ziman ku li Balafirgeha 3'emîn operasyon heye.