ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Îsmaîl Sagdiç, diyar kir ku îktîdar li aliyekî di perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixe û li aliyê din dibistanên taybed dike qada bazirganiyê ya perwerdehiyê. Sagdiç, anî ziman ku sala nû dê ji bo wan bibe sala têkoşînê.
Li Tirkiye sala nû ya perwerdehî û hîndekariyê di 17'ê Îlonê de dest pê dike. Li Tirkiye dê 18 milyon xwendekar û milyonek mamoste dest bi perwerdehiyê bike. Perwerde îsal dîsa bi niqaşan dest pê dike. Têkildarî perwerdehiya sala nû raporek amade kir. Li gorî rapora Egîtîm Sen'ê ji sedî 87'ê dibistanan salona sporê tune ye. Dîsa ji sedî 61'ê dibistanan pirtûk xane tune ye. Li aliyê din ji sedî 62'ê dibistanan salonên pir armanc tune ye.
Li gorî daneyên MEB’ê yên 2017'an, dewletê li xwendekarên ku diçin dibistanên taybet 2 mîlyar û 512 milyon 745 hezar û 221 TL pere qerç kir. li lîseyên taybet û teknîkî jî 234 milyon û 33 hezar 451 TL pere xerç kir.
'PERWERDEHIYA TIRKIYE JI ZANISTÊ DÛR DIKEVE'
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Îsmaîl Sagdiç, têkildarî serdema nû ya perwerdehiyê û polîtikayên hikûmetê nirxandin kir. Sagdiç, diyar kir ku îktîdar li aliyekî di perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixe û li aliyê din dibistanên taybed dike qada bazirganiyê ya perwerdehiyê. Sagdiç, anî ziman ku sala nû dê ji bo wan bibe sala têkoşînê. Sagdiç, diyar kir ku di sala nû ya perwerdehiyê de polîtîkayên Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçuk yên ku mamosteyan dike qurban berdewam dike û wiha got: "Beriya ku mamosteyan bike hedef divê pirsgirêkên pergala perwerdehiyê çareser bike. Piştî îktîdara AKP'ê hat ser kar feraseta darbeya 12'ê Îlonê di mufredata perwerdehiyê de serdest kir. Feraseta Sentesa Îslama Tirk bi rêbazên din dixe meriyetê. AKP'ê di sala 2004'an de di qada perwerdehiyê de guhertinên mezin kirin. Wezîr Ziya Selçuk, wê demê Serokê Lijneya Talim Terbiyeyê bû. Wezîrê Perwerdehiyê yê wê demê Huseyin Çelîk digot 'Her tişt ne reş û sipî ye. Divê Gewr ji bê dîtin' Çelîk xwest ku xwendekar li gel teoriya Evrimê, teoriya afirandinê jî fêr bibin. Teoriya afirandinê li mufredatê zêde kir. Îro jî teoriya Evrîm ji mufredatê derxistin. Mixabin perwerdehî bi tevahî ji zanistê dûr xistin. Li aliyekî di perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixin. Li aliyê din perwerdehiyê dikin piyasa bazirganiyê. Ji wê demê heta niha di dibistanên Îmam Hatîpê de ji sedî 400 zêde bûne. Ji sala 2012'an heta niha di dibistanên taybet de ji sedî 12 zêdebûn heye. Hêjmara xwendekarên diçin dibistanên taybet ji sedî 25 qat zêde bûye. Li aliyekî bi dibistanên îmam Hatîban olê pêş dixin, li aliyê din bi dibistanên taybet, perwerdehiyê dikin qada bazirganiyê. "
Sagdiç, da zanin ku di serdema nû ya perwerdehiyê de pêwiste bi taybetî zimanê zikmakî bê ditin û wiha got: "Lê îktîdara yekperest, civaka pir ziman, pir çand û pir ol nabîne û tenê yek ziman û yek olî esas digire û wiha got: "Divê zarokên kurdan bi kurdî, zarokên çerkezan bi Çerkesî û zarokên din jî bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Îro Tirkiye pirsgirêka zimanê zikmakî dijî.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ji 10.6. milyar tl butçeya razemeniyê ji sedî 18'ê wî bi navê tasarrufê qût dike. Wezareta Diyanetê butçeya ku ji bo xwe veqetandibû di nava 7 salan de xelas kir. Niha dîsa butçe dixwazen û xuya dike ku dê 4 milyar butçe bide.
Sagdiç, anî ziman ku di sala 2008'an de mamosteyekî bi meaşê xwe 22 zêrê çarîk dikirî, lê niha tenê dikare pi vî pereyî 9 çarkîk zêr bistînin. Piştî KHK'ê niha 500 hezar mamoste nehatine tayînkirin.
MA / Berîvan Altan