* Krîza aborî li Tirkiye di her qadê jiyanê de bandora xwe dide der. Ajokarên dolmîşan ê nava bajar ji bo mazot buha bû heqê rê 50 kuriş zem kirin. Ji er ajokaran heqê rê zem kirin welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Xwendekarên dibistanê jî diyar kirin ku heqê xwarina xwe didin heqê rê.
* Sekreterê 1'emîn Şaxa Egîtim Sen'ê ya Amedê Halîs Kizilirmak, diyar kir ku Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeya Lîcê, zorê li endamê wan dikin û dibêje 'Ji bo hûn peywira xwe ya îdareya dibistanê berdewam bikin divê hûn ji sendîkaya Egîtîm Sen'ê îstîfa bikin.
* Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Îsmaîl Sagdiç, diyar kir ku îktîdar li aliyekî di perwerdehiyê de olperestiyê pêş dixe û li aliyê din dibistanên taybed dike qada bazirganiyê ya perwerdehiyê. Sagdiç, anî ziman ku sala nû dê ji bo wan bibe sala têkoşînê.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê piştî civîn pêk anîn, dest bi hamleya rêxistinê dikin.
* Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Stenbolê şevbihêrk li dar xistin û şev bi kilaman geş kirin.
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, dê bi tevlîbûna Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu re civîna gel pêk bîne. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê biçe serdana Enstîtûya Kurdî ya Stenbol, ÎSÎG, TÎP û Mala Cemê ya Gazî. (10.00- 19.00)
* Egîtîm Sen, rapora derbarê rewşa perwerdê ya berî sala perwerdê û hindekariya 2018-2019'an, dê li navenda giştî ya sendîkayê ji raya giştî re ragihîne. (11.00)
*Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên windakirî bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin, dê cara 703'yemîn heya Qada Galatasarayê bimeşin û çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin, dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 501’emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê pêk bîne. (12.00)
* Xizmên Windayan ên li Êlihê, dê çalakiya xwe ya heftea 407'emîn li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li dar bixe. (12.00)
* Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî bide. (18.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serekwezîr a Konakê lidarbixe. (13.00)
* Nivîskar Ozgur Amed, ji bo pirtûka xwe ya binavê "Bobregî kîm yedî?" li Pirtûkxaneya Lîlavê îmze bike, dê bi xwînêrên xwe re bên gel hev. (17.00)