STENBOL - Karkerên Balafirgeha 3'yemîn a Stenbolê yên şert û mercên kar şermezar kirin û dest ji kar berdan, dê sibê çalakiya xwe berdewam bikin.
Karkerên înşeata Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê ji ber şert û mercên kar ên xerab serê sibê dest bi çalakiyê kirin. Hemû karkerên balafirgehê tev li çalakiyê bûn. Piştî demekê cendirmeyan bi gaz û ava şide mudaxileyî çalakiyê kirin, lê karkeran dev ji çalakiya xwe berneda û li ber xwe dan. Piştî vê berxwedana karkeran, rayedarên karkeran bang li karkeran kir ku nûnerên xwe bişînin û hevdîtinê çêbikin. Rêveberên şîrketê yên xwestin karker dev ji çalakiyê berdin, bi qamyyonetekê hatin ber qawîşên karker lê bûn. Lê karkeran bi çepik, berzkirina dirûşmeyan û pîspîskê rêveberên şîrketê prostesto kirin. Tevî van bertekan jî rayedarên şîrketê xwestin derkevin ser qamyonê û biaxivin. Karkeran baretên xwe avêtin wan û rayedar mecbûr man vegerin. ÎGA'yê jî der barê çalakiya karkeran de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şeveqê zû serwîsa ku diviya karkeran bibe cihê kar, dereng maye û karker di bin baranê de mane û ev rewş protesto kirine. Piştî rayedarên şîrketê dîtin karker ji a xwe danakevin, bi nûnerên karkeran re hevdîtin çêkirin û daxwazên karkeran qebûl kirin. Piştî demekê dîsa daxwazên karkeran red kirin û karkeran heta saetên êvarî çalakiya xwe berdewam kirin. Karkeran piştî di nava xwe de civîn pêk anîn, biryar dan ku sibê çalakiyên xwe li cihê mayî berdewam bikin.
Karkerên Balafirgeha 3'emîn gotin "Sibê em dîsa bi hevre ne" û diyar kirin ku heta daxwazên karkeran qebûl bibe dê berxwedana xwe berdewam bikin.