ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, diyar kir ku ew hewl didin li Îdlibê agirbestê îlan bikin û got: "Em dixwazin pirsgirêk bi awayekî siyasî bê çareserkirin, ji bo vê em amade ne."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû, piştî serdana li Pakîstanê daxuyanî da. Çavûşoglû, der barê operasyona Îdlibê de got, ew ji bo agirbestê tev digerin. Çavûşoglû got: "Herî dawî di civîna li Tahranê de jî em ji bo vê yekê tev geriyan. Di demên dawî de em pêwendiyê bi hin aktorên welatên din û li Sûriyeyê re datînin. Em amade ne li vira li dijî terorê têbikoşin. Em dixwazin pirsgirêk bi awayekî siyasî bê çareserkirin, ji bo vê em amade ne."
DÊ ERDOGAN BI PÛTÎN RE HEVDÎTINEKÊ ÇÊBIKE
Çavûşoglû diyar kir ku dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja duşemê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinekê bike.