AMED - Li navçeya Sûrê piştî bi biryara Lijneya Weziran a Îstîmlakkirina lezgîn gelek avahiyên li Sûrê di sala 2016'an de hatin xerakirin. Welatiyê Navçeya Sûrê Halît Olmez, ku xaniyê wî bi biryara Îstîmlakirina lezgîn hat rûxandin û hemû serlêdanên wî bê encam man, serî li DMME'ê da.
Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan herî dawî di 2'ê kanûna 2015'an de dest pê kir û heta 103 rojan qedexeya derketina kolanan, dorpêç û êrîşên bi tang û topan berdewam kir. Piştî 10'ê Adara 2016'an operasyon bi dawî bûn û ji wê demê heta niha qerakirina kolan, mal û mîmariya Sûrê berdewam kir. Ji 15 taxên Sûrê li 6 taxên Sûrê yên dîrokî xanî hatin xerakirin. Ji bo 6 hezar û 300 parselan biryara "Îstîmlakirina lezgin" girtin û avahiyên li vir tev xera kirin. Kevir li ser kevir nema. Ji bo bi temamî bê mirov bihêle tang û topên TSK’ê tevahiya xanî dan ber topan û rûxandin. Piştî hemû xaniyên taxan derb xwarin jî vê carê bi kepçe û dozerên DSÎ tev xera kirin û kavilên wan avêt çemê Dîcleyê. Lijneya Wezîran piştî biryara "Îstimlakirina Lezgîn" xanî û avahiyên mayî jî yek bi yek xerakirin û her der dem û dûz kir. Piştî hilweşîne Taxên ku bi civak, mîmarî û baweriyê cihekî mozaîk bû, niha êdî tu tişt li şopa wê nemaye. Niha li taxê tenê Mizgefta Arap Şeyh li ser piyan maye. Li aliyê din qereqola ku berê dêr bû piştre kirin dibistan û niha kirine qereqol jî li ser piyan e. Dêra Katolîk a Ermeniyan û Dêra herî mezin a Rojhilata Navîn Surp Giragos jî dîwarê wan tev hatine hilweşandin. 17 warên tescîllî yên li pêş dêrn jî tev hatine rûxandin û tiştek nemaye. Nêviyê muzeya Mehmet Uzun, perçeyek ji Hemama Paşa hatiye hilweşandin. Li Sûrîçî li qada 605 parselan ji hezar û 200 avahiyên bi tescîl, molozên 50 avahiyan bi kamyonan ji nava navçeyê derxistine.
Welatiyê Sûrê Halît Olmez ê ku xaniyê wî yê li Sûrê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hatibû tescîlkirin jî hat xerakirin. Olmez her çend li dijî xerakirinê serî li dadgehê da jî hewldanên wî bi encam nebûn. Olmez, li dijî Wezîrê Derdor û Bajarvaniyê ji bo parastina xaniyê xwe yê bi tescîl li Dadgeha Bilind doz vekir. Lê Dadgeha Bilind ji piştgirî da Biryara Lijneya Wezîran û daxwaza Olmez red kir. Li ser ve yekê Halit Olmez, di mijdara 2017’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Olmez, di serlêdana tekakesî de anî ziman ku mafê wî yê mulkiyeta taybet hatiye binpêikirin. Lê AYM'ê jî serlêdana Halît Olmez red kir.
Li ser redkirina AYM'ê Halît Olmez, bi riya parêzer Rona Sidar Olmez serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Prz. Rona Sîdar Olmez, anî zimn ku ji ber hemû rêyên hiqûqê yên li Tirkiye hatin girtin wan serî li DMME'ê dan. Olmez, da zanîn ku Lijneya Wezaretê di biryara "Îstimlakirina lezgîn' de divê berjewendiyê cemaweriyê biparêze, lê di vir de berjewendî û sûda gel û cemaweriyê tune ye. Ev biryara ku li navçeyê bi sedan xanî xera dike û bi hezaran welati bê mal û war dihêle tu aliyê wê yê hiqûqî û rewa çênabe. Tu aliyê rewa tune. Bi destê dewletê mafê welatiyan ê mulkiyetê tê bi sînorkirin û ev yek li dijî Peymana Mafên Mirovan a EWropa (PMME) ye. Ji ber peymana DMME û PMME'ê hatiye îhlalkirin me xwest kar û barê hatiye kirin bê betalkirin û tazmînata maddî û manevî bê dayîn.
Olmez, da zanîn ku muwekilê wê serî li hemû rêyên hiqûqî yên hundir dan û hemû hat redkirin û ji ber vê yekê do birin DMME'ê. Olmez, da zanin ku ew bi hevî ne ku encamê bistînin.