ÊLIH - Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezara salan e, ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê di bin avê de dimîne. Li Heskîfa nû ku tê avakirin li şûna pira dîrokî pireke mînyatur tê çêkirin û her wiha berhemên dîrokî yên hatin veguhastin jî li ser betonê hatin bicihkirin.
Li Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezara salan e û dê di bin Bendava Ilisûyê de bimîne, berhemên dîrokî yeko yeko tên veguhastin û li Arkeoparka ku 3 kîlometreyan dûrî navenda Heskîfê ye tên bicihkirin û li wir Heskîfa nû tê avakirin. Ji ber vê yekê êdî turîstên biyanî naçin Heskîfê. Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Artûklûyê, Tekeya Îmam Abdullah jî hat veguhastin.
DÎNAMÎTÊN TÊN TEQANDIN ZIRARÊ DIDIN MALAN
Li cihê nû yê ku li quntarên Çiyayê Ramanê ne, avahiyên cemaweriyê hatin bicihkirin. Tê plankirin ku di çend meh şûnde jî Çarşiya Dîrokî ya Heskîfê bê veguhastin. Lê belê esnafên çarşiyê û gelê herêmê diyar dikin ku hîn jî malên wan nehatine çêkirin û xaniyên hatine çêkirin betona wan rizandî ye. Her wiha teqemeniyên ku di xebatên li quntarên Çiyayê Ramanê tên teqandin, zirarê didin malên nû hatine çêkirin.
DÊ MINARE JÎ BÊN VEGUHASTIN
Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Artûklûyê, Tekeya Îmam Abdullah, dê kevirên minareya Mizgefta Siltan Silêman ku tê diyarkirin yek ji medreseyên kurda ye û neviyê Selahaddîn Eyyûbî çêkiriye jî dê bên veguhastin. Her wiha minareya Mizgefta El-Rizk jî bi heman awayî hat veguhastin.
KES NAÇE HESKÎFA NÛ
Cihê ku berhemên dîrokî lê hatine veguhastin bi betonê hatiye çêkirin û berhemên hatine veguhastin li cihê nû li ser bariyerên betonî hatine bicihkirin. Piştî ev berhem hatin veguhastin, tu kes ji bo serdanê naçe vê herêmê û her wiha gelê herêmê jî hay ji aqûbeta van berheman tune ye.
LI HESKÎFA NÛ ÇI HENE?
Li quntara Çiyayên Nû ku li hemberî Heskîfê ye, cihê nû hatiye avakirin û li vira muzeya vekirî hatiye çêkirin, lê belê heta niha nehatiye gotin ku dê ev yek çaa be. Dema mirov diçe Arkeoparkê ewil leqayî Tirbeya Zeynelbeg tê ku li ser betê hatiye bicihkirin û 250 metre jê wê de jî Hemama Artûklûyê hatiye bicihkirin û 300 metre jê wê de jî Tekeya Îmam Abdullah hatiye bicihkirin. Li jêra Hemama Artûklûyê, ji dêvla Pira Heskîfê ya Dîrokî pireke minyatur hatiye çêkirin. Li Arkeoparkê heta niha ji bo hêşînahiyê tu xebat nehatine kirin.
MA / Metin Yoksu